Duhî li herêmine berfireh ji gundewarê Idlibê bêtir ji 20 sivîlan şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne, ji nav wan jin û zarok û xwebexşkarên rêkxistineke hawarhatinê, piştî bombebaraneke asmanî ji hêla firokên rêjîmê û Rûsya li ser gund û bajarên parêzgehê.
Berevaniya sivîl ya Sûrî di raporteke xwe ya rojane de anî ziman ko 21 kes duhî li Idlibê şehîd ketine, ji encama êrîşên berdewam ji 26ê nîsana bûrî de, û bal kêşand ser ku 27 kes birîndar bûne ji wan jî neh zarok û sê jin.
Rêkxistina Benefsec ya li Idlibê kar dike, navê du karmendên xwe yên şehîd ragehand, rêkxistinê got ku firokên cengê turumbêlên ambulansan yên bi ser wê ve li Meeret Elnuman amanc kirine, di encamê de du karmendên hawarhatinê hatine kuştin û sê sivîl ji nav wan jinek di hundirê turumbêlê de birîndar bûne.
Rêkxistinê tekez kir ko firokên rêjîmê tîma wê bi mebest amanc kiriye, di heman çaxê ko bi erkên xwe yê mirovî radibûn, û vîdyoyeke wan kêlîkên ko tîmê amanc dikin belav kirine.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko ‘’kuştin û amamckirina sivîlan bi mebest tawankariyên cengê yên rêbazkirî ne û ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê ve berdewam in.‘’ ji civaka navdewletî daxwaz kir ko wan operasiyonan pirotesto bike û têwerdanê bike û aliyên şer û milîtanên mezhebperest li dijî milet dike rawestîne.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko ‘’çi çareseriya leşkerî li çi herêma Sûrî nîn e ‘’, û destnîşan kir ko ew ‘’xewnên rêjîma ko xwe bi zorê û hêza leşkerî û bi alîkariya milîtanên mezhebperest feriz kiriye pêk nayên. ‘’
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî