Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes Abda, û serokê destnîşankirî ji bo pêkanîna kabîna hikûmeta demî, Abdul Rehman Mistefa, îro roja pêncşemê di preskonfirasekê de, behsa plana karên xwe yên di qonaxa pêş de kirin, û anîn ziman ku ew dê bi xurtî kar bikin ji bo kêmkirina şaşiyan û pêşxistina dezgehên şoreşê ji bo bikaribin bi “Rêveberiya Dewletê rabin “.
Piştî sê rojan ji hilbijartina wî bo serokatiya salekê, desteya serokatiyê ya ji Serokê Hevbendiyê û cêgirên wî û sekreterê giştî pêk tê, ji hundir xaka Sûriyê dest bi karê xwe kir, û ligel serokê hikûmeta demî, rabûn bi serdana hejmarek ji saziyan ji bo şopandina mekanîzmayên kar û derfetên pêşxistinê.
Serokê Hevbendiya Niştimanî di preskonfiransê de tekezî li ser girîngiya berdewamiya kar kir da bigehêje asta qurbaniyên şoreşa sûrî, û got: “Em hest bi berpirsyariya xwe dikin”, û anî ziman ku “divê bi şev û roj kar bikin ji bo Hevbendî bibe dezgeha şoreşê, da ku derbirîna pernsîb û armancên şoreşa me ya mezin bike, ya ku temsîla helwest û daxwazên gelê me dike”.
Abda diyar kir ku desteya serokatiya nû bername û planên zelal danîne, û tekezî li ser girîngiya serxistina projeyê hikûmeta demî ya Sûriyê kir, û ew yek weke karê “sereke” da zanîn, û got ku “Serhildêr, dikarin rêveberiya dewletê bikin û heq jê bêne der”.
Wî tekez kir ku rejîma Esad “bi dawî bû û şikest di bin derbên lehengên me de”, û her hewleke “ferzkirina ramanên nemêranî di bin navê riyalîstiya siyasî de ” red kir, û bal kişand ku rejîm “bicarekî têkşikest û niha ew di qonaxa jixwexwarina aborî û civakî û heta ya ewlekarî de ye, piştî têkşikestina wê li ser asta leşkerî û jidestdana rewabûna xwe”.
Abda “gotara kîn û sorkirinê” li Lubnanê li dijî penaberên Sûriyê rexne kir, û got ku ev axaftin “ne hêjayî azadî û çanda Libnanê ye, û nejî li gor têkiliya germ ya di navbera gelên Sûriyê û Libnanê de ye”.
Birêz Abdul-Rehman Mistefa tekez kir ku ew “li ser sînorê pêvajoyeke nû ne, pêdivî bi pêşketin û avakirinê heye”, û bal kişand ku ew dixwazin hikûmeta nû ava bikin û “bi hevre kar û hevkariyê bikin ji bo avakirin û bihêzkirina sîstema desthilateke bi bandor ya kar bi awayekî hukumranî bike, di bin ronahiya hikûmeta şaraza de ya karê xwe bi duristî û pîşeyî û pisporî dike “.
Wî got ku, hikûmet di serî de wê kar ji bo dabînkirina asayîş û aramî û xizmetgozariyan bike, û got: “Niha jî karnameyekê amade dikim, ku weke planek awarte ye, ya taybet bi rêveberiya herêma Rojhilatê Firatê di dema ji milîsên PYD bi bizava Artêşa Niştimanî ya Sûriyê û piştgiriya birayên Tirkiyê rizgar bibe”.
Herwiha baweriya xwe nîşan da li ser hevkariya kar û berdewamiya avaker û pevguhertina serbor û ezmûnan ji bo avakirina baweriyê, ku yek ji hêmanên herî girîng yên karên pêwîst e ji bo birêvebirina herêmên rizgarkirî di dema pêş de û birêvebirina kar û rûbirûbûna dijberiyan.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî