Îro roja pêncşemê, ji aliyê hin çalakvanên Sûrî bi riya rêxistina “Avaaz” kampaniyek ji bo komkirina îmzeyan ji bo dîtir saziyên rejîma Esed nikaribin fermanên xwe li ser penaberên derveyî Sûriyê bikar bînin.
Ev kampanya di bin sernavê “Na ji bo keysanîna baylozxaneyên rêjîmê ji penaberên Sûriyê yên li diasporayê” hat, û çalakvanan di kampanya xwe de bang li sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî, serokê konseya Ewlekariya NY, nûnerên pênc endamên hertimî yên Konseya Ewlekariyê û nûnerên endamên Komela Giştî ya dewletên Netewên Yekbûyî kirin, ji bo dîtina çareseriyeke dadane ji bo penaberên Sûrî û rizgarkirina wan ji gefên balyozxane û konsulxaneyên rejîmê yên ji derveyî welêt.
Di daxwaznameya ji bo Netewên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê û dewletên endam de hat ku “desthilata li Şamê berdewam e li ser şerê xwe yê li dijî gelê Sûrî, piştî derbiderkirina wan jî, û li dijî wan awayên cuda cuda yên talan, riswakirin û binpêkirina mafên wan bikar tîne, ligel berdewamî û zêdebûna tawanan li dijî Gelê Sûriyê”.
Di daxwaznameyê hat ku “êdî rastiya kiryarên desthilata zordar li Sûriyê li dijî gelê Sûriyê ne tiştek veşartî ye, em ne bawerim ku pêdivî heye ji bo we agahdar bikin, bi işkence û tawanên dijî bi deh hezaran ji welatiyên sûrî yên di girtîgehan de dibin, yan jî bi sed hezaran belge, bi sed hezaran bermîlên teqîner li ser sivîlên Sûriyê, tawanên bikaranîna çekên kîmyayî, bi dehan komkujiyên li dijî sivîlên Sûriyê û tawanên li asta tawanên şer û dijmirov li bîra we bînin”.
Daxwaznameyê bal kişand ku reva xelkê Sûriyê ji bo derveyî welêt, ji ber şerê rejîmê dijî gelê li hundir bû, “ku pêdviya welatiyên sûrî yên li derveyî welêt bi berdewamî bi nûkirina pasportên xwe heye, û rejîm vê yekê ji bo keysanîna ji penaberên Sûrî û komkirina diravan û wergirtina rewaya siyasî wek derfet dibîne”.
Daxwiyaniyê diyar kir ku penaberên Sûrî “di nava van balyozxaneyan de têne rezîlkirin, ji ber nebûna sadetirîn mafên mirovan yên naskirî, û têkiliyên van balyozxaneyan bi welatiyên Sûrî re ne dûrî têkiliyên organên dezgehên ewlekariyê û îstixbaratê yên li hundirê Sûrî ne bi welatiyên sûrî re “.
Û kampanyê daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir ku hevkariyê ligel wan welatên Sûrî lê dijîn bike, ji bo bidestxistina belgeyên kesayetî yên taybet û belgeyên rêwîtiyê û rûniştina demî ji bo Sûrî li wan welatan bê bikevin di nava balyozxanên vê desthilata zordar de, ku fişarên madî û derûnî li ser wan bikar tîne, û sivkatiyê bi rûmeta wan dike.
Kampanyê daxwaz ji sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî kir ji bo dîtina çareseriyeke dadane ji doseya Sûriyê re û bicihanîna qonaxa siyasî ya tê xwestin, li gor tekstên biryarên Netewên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê û avakirina hikûmeta nû ya Sûriyê ku bi yeksanî serederiyê ligel hemû hevwelatiyên xwe re bike ji aliyê maf û erkan de.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî