Şandekê ji Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS roja Înê 12-7-2019 serdana dêra Elseyda Elezraa ya Siryanên Ersezoks li bajarê Qamişlo kir.
Şanda ENKS bi seroktiya Fêsel Yûsif û Silêman Oso û herû endamên desteya serokatiya Encumanê ji hêla Mitran Morîs hate pêşwazkirin
Silêman Oso ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku wan serdana dêrê kir daku piştgiriya xwe ji wan re diyar bikin û ji tevaya cîhanê re tekez bikin ku pêkhatên deverê yekdest in di riwê terorê de.
Oso got: “Armanca terorê diyar e, ew hewil dide ku aramiyê li deverê têkbibe” , her wiha ragihand ku ewê tevde û bi girêdana civakî ya bi hêz aştiya di navbera pêkhatên deverê bi parêzin.
Tê zanîn ku berî du rojan otombîleke bumbekirî li nêzî dêra Elseyda Elezraa ya Siryanên Ersezoks li bajarê Qamişlo teqiya, û derbarê wê teqînê ENKS daxuyaniyek belav kir têde bi tundî ew kiryara terorîstî şermezar kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya sûrî