Birêz Ebdilrehman Mistefa yê ko bi damezirandina desthilata Sûrî ya demkî ya nû hatiye teklîfkirin, hevdîtinên xwe yên şêwirdariyê berdewam dike, û ligel nûnerên hin encûmenên parêzgehan û encûmenên şaxan her weha li gel nûnerên komîtan û rêkxistinên civaka sivîl li herêmên rizgarkirî civiya.
Mistefa di ahenga dana xelatên rêzgirtinê bo encûmenên xwecihî yên hin fermanberiyên karmend de li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê yê bakur de beşdar bû, û tekezî li ser giringiya hevkarî û hevrêzkariyê di navbera hemû aliyan de kir, tako rewşa herêmên rizgarkirî baş bikin û çaktirîn xizmetan ji niştecihan re pêşkêş bikin, ji wan jî yên ko bi destê hêzên rêjîmê bi kotekî koçber bûne, û got: ‘’ Ez bawer im ko hevrêzkarî û têkilî û pevguhertina zanyariyan û pêkanîna baweriyê; giringtirîn bingehên kar yên giring in, ji bo herêmên rizgarkirî birêve bibin.‘’
Mistefa digel alî û çalakvaniyan pilana karê desthilata Sûrî ya demkî bo qonaxa dahatî gotûbêj kir, û got ku giring e asta kadiroyên desthilatê bo hemû kartan bilind bibe, bo deste û dezgehên bi sîstema birêveberî ya yekbûyî ve çêbikin tako têkeve şûna dewletê.
Mistefa got ku asteng pir in, û em nêzî qonaxeke nû ne, ko hewcedarî bi geşepêdan û avakirinê heye. Û diyar kir ko em rêça berê berdewam dikin, û li ser tiştê ko pêk hatiye ava dikin, û emê nerêniyan çareser dikin, û got ku amanca pirogram avakirina “desthilateke birêkûpêk e”.
Destnîşan kir ku wê giringî bête dan bo dabînkirina ewlehî û aramiyê û pêkanîna xizmetan, hem jî çakirina rewşa abûrî û dabînkirina derfetên kar.
Û bal kêşand ser ku ajindeyeke kar ya din heye, dê desthilata demkî deyne ji bo plankirina rewşa awarte ya taybet bi rêvebirina herêmên rizgarekirî û got: Divê em amade bin bo berpirsiyariyên xwe hilgirin.
Û Mistefa tekez kir ko desthilata demkî dê kar bike bo sûdeyê ji hemû kadiro û pisporên li herêmên rizgarkirî wergire, da rola desthilatê aktîv bike.
Jêder: Ofêsa Ragehandina Hevbendiya Niştimanî