Rêxistina “Human Rights Watch”, roja sêşemê di raportekê de got ku rejîma Esed dest datîne ser milk û mal û samanên hin malbatên Sûrî bi tevahî ji ber beşdarbûna wan di şoreşa sûrî de.
Lema Faqih ya ku cihê Rêveberê “Human Rights Watch” Beşa Rojhilata Navîn girtiye, got: “ku berfirehbûna karê bi mersûmê 63 hesta hikûmeta Sûriyê ji gefên karê mirovahî û derbirîna redkirinê nîşan dide”, û amaje bi pêdiviya ku “hikûmeta rejîmê êdî dest ji bikaranîna yasa dijeterorê bi awayên bêserûber ku digihe asta sizayên bi komî berde “.
Faqih got: ” rejîm mersûmê 63 weke alavên yasayî yên din bikar tîne ji bo pêkanînên neheq û kêfî ku gel ji rêkarên jiyanê bêpar dike”, û zêdekir û got: “Sûriya wê ewle yan seqamgîr nebe heta ku yasa û kiryarên wê mafên gel binpê bike”.
“Human Rights Watch” got ku ev biryarên kêfî hatin pêkanîn li ser hin kesên ji herêmên di vê dawiyê de ketin bin kontrola hêzên rejîmê de, weke Xûta, Helebê û gundewarê Şamê, û got ku “wê belgeyên li ser înternetê şopandin, ku lîste li ser navên bi sedan kesan dît ku milk û malên wan hatine bilokkirin” di bin yasa dijeterorê de, ya ku ji aliyê rejîmê ve hatiye derxistin ji bo dadgehkirina hemû kesên rexneger yan dijber ji kiryarên wê yên kêfî re.
Human Rights Watch da zanîn ku rêjîma Esad yasa mafên mirovan û yasa mirovahî ya navnetewî binpê dike, bi riya cezakirina kesan li ser bingeha têkiliyên malbatên wan bi dijberên rêjîmê re, ne li ser bingeha berpirsîya gunehbariya kesan.
Raportê da zanîn ku mersûmê 63 garantiyên rêşûnên pêwîst binpê dike, herweha mafê milkiyetê ya parastiye di bin Benda 15 ji destûra Sûrî û yasa navnetewî de binpê dike, di riya ku bihêle hikûmet milkê kesan bêyî standina rêşpnên pêwîst û bêyî agahdarkirina wan desteser bike.
Human Rights Watch diyar kir ku divê hikûmeta rejîma Esed sedemên taybetî pêşkêş bike ji bo cîgirtina kesên di nav lîsteya xwe de, yan jî divê ku navên wan ji lîsteya xwe rakin û bilokrina milkên wan betal bikin, û diyar kir ku divê rê li ber wan ji bo wan kesên zerermend karibin silkald li ser tevlîkirina navên xwe tomar bikin.
Rêxistina mafên mirovan daxwaza “bidawîkirina siza kolektîf li dijî malbat, û pêşkêşkirina belge li ser kesên rabûyîn bi kiryarên neyasyî kir, û rê ji wan re bête dan ji bo sikalekirin û redkirinê li ser hatina navên wan di lîsteyan de yanjî betalkirina bilokirina pereyên xwe”.
Rêxistina mafên mirovan daxwaza serrastkirina yasa dij-terorîzmê û yasa û qanûnên wê kir, û hemû salixdanên terorîzmê, û misogerkirina pêvajoya darizandinên adil kir, di nav wan de dadgehên vekirî û mafê wekîtiya yasayî.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî