Kordînatorê Desteya Niştimanî ya girtiyan û kesên bêserûşûn û endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Yasr Al-Ferhan, ligel şandek ji Sendîkaya parêzvanên azadîxwaz û Desteya Serbestberdana Dîl û Girtiyan li gundewarê Helebê civiya, ligel wan dumahîk pêşketinên doysa girtî û bêseruşûnên li rex rejîma Esed, tevî hewldanên parêzerên Sûrî ji bo yesayîkirina karê mafên mirovan li deverên rizgarkirî.
Al-Ferhan bal kişand li ser girîngiya rola dadwer û xebatkarên mafên mirovan di xebata şoreşger û niştimanî de, û bandora wê li ser dadperweriyê ji bo qurbaniyan û çawaniya mukumkirina lêpirsînê.
Wî bal kişand li ser pêwîstiya hevkariyê li ser dosya girtiyan û kesên wendabûyî, û zêdekirina kar ji bo berhevkirina fişareke navdewletî ya bikaribe rejîmê neçar bike li ser serbestberdana girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa kesên bêserûşûn, û diyar kir ku rêkeftinek bûye li ser lidarxistina kombûnekê yan jî workşopekê li deverên rizgarkirî ligel hemû nûnerên sendîka û xebatkar û pisporên vê dosyayê, ji bo duristkirina tîmeke kar ya taybet bi kesên hatine binçavkirin û kesên bêserûşûn.
Al-Ferhan, îro duşemê di daxuyaniyek taybet de ragihand ku Hevbendiya Niştimanî dixwaze sûdê ji pisporiya hemû sazî û dezgehên kar li ser dosya girtiyan û bêserûşûnan dikin wergire, zêde kir ku Desteya Niştimanî ya girtî û bêseruşûnan ne ji bo milmilaniya kar bi kesekî re ye, lê mebesta wê “payedar û bilind e”, û ji bo piştgiriya hemû sazî û dezgehan dixebite, ji bo gihandina dengê xwe bo civaka navdewletî û rêxistinên navnetewî.
Herweha beşdaran behsa rewşa karê yasayî li deverên rizgarkirî kirin, û li ser avakirina şaxên sendîkayên parêzeran li hemû herêman peyivîn, û li ser encamên girîng ji bo komkirina van sendîkayan, da ku sendîkeyek li her şaxekî hebe.
Ji aliyê beşdaran ve reşnivîsa yasa sazkirina pîşeyê ya rastvekirî hat pêşkêşkirin, û tekezî li ser serbixwebûna sendîkayê kirin, û xuya kirin ku amadekarî dibin ji bo lidarxistina konferansek giştî ji sendîkeya hemû şaxên parêzeran re.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî