Netewên Yekgirtî daxwaz ji aliyên kartêker kir ko hêminiyê yekser li parêzgeha Idlib pêk bînin, û daxwaz kir ko peymana agirbestê dîsa aktîv bikin, piştî ko rêjîmê û Rûsya êrîşên xwe li ser herêma kêmkirina şerî bêtir kirine.
Berdevkê Netewên Yekgirtî Stîvan Ducarîk duhî duşembê di kongirekî rojnamevanî de got ku rêkxistina navdewletî daxwazê ji hemû aliyan dike ko rewşê li bakurê rojavayê Sûriyê aram bikin, û bi peymana agirbestê ya 17 eylûla 2018ê di navbera Tirkiyê û Rûsya de pabend bin.
Her weha berdevkê Netewên Yekgirtî di kongir de got ku di dawiya hefteya bûrî de 15 kes ji nav wan çar zarok li bakurê Sûriyê hatine kuştin.
Ducarîk anî ziman ko derbiderên hindirîn ketine bêtir ji 100 dibistanî de, çimkî kamp tije bûne û bi sedhezaran xelk bê cih û war mane.
Ducarîk bal kêşand ser ko xelk neçar bûne pêc heta deh caran ji malên xwe derkevin ji destpêka şerê ji berî çar heyvan ve, û got ku bi nêzîkbûna destpêka sala xwendinê ya nû dê karîna çûna gelek zarokan bo dibistanê tune be.
Berê jî saziyên çalakvan ên sivîl û yên pîşesazî û yên siyasî daxwaz kirine ko têwerdaneke yekser bibe û amanckirina sivîlan û bargehên bijîşkî û yên tendiristî û dibistan û bazar û malên xelkê raweste, û wan sazuyan dît ko tiştê li Idlib çêdibe operasiyoneke qirkirina komelî ye hemû tawan tê de bikar hatine.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê got amanckirina rêjîmê ji bargehên zindîdar û yên bijîşkî re, pûçkirina tevgera sivîlan amanc dike, ji bo xelk xwe radest bikin an jî derbider bibin, û ew tawanên cengê ne li gora ko di yasaya navdewletî û ya mirovî de hatiye.
Gundewarê Idlib û Hemayê ketiye ber operasiyoneke leşkerî ya mezin, û operasiyonên leşkerî û bombebarana asmanî di dema dawî li ser taxên niştecihan û bargehên giştî bêtir bûne, di encamê de çend dibistan wêran bûne û xalên bijîşkî ji xizmetê derketine.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî