Rêkxistina lêbûrîna navdewletî ragehand ko desthilatdarên Libnanî di sê heyvên bûrî de dora 2500 penaberên Sûrî bi kotekî vegerandine, li gora biryareke nihênî ji Encûmena Berevaniya Bilind ya Libnanê, û rêkxistinê daxwaz kiriye ko operasiyonên koçberkirinê yekser rawestînin.
Rêkxistinê di raporteke xwe ya nû de, duhî sêşembê derketiye, anî ziman ko Birêveberiya Giştî ya Ewlehiya Libnanê di gulana bûrî de biryara Encûmena Bala ya Berevaniyê cîbicî kir, ew desteya hevbeş e di navbera wezaretan de ko siyaseta berevaniya welat bi serokatiya serokkomar hildigire ser milê xwe û bi piranî biryarên wê nihênî dimînin.
Raporta rêkxistinê bal kişand ser ko biryar dibêje: Penaberên piştî 24ê nîsana 2019ê derbasî Libnanê bûne divê vegerin cihên xwe.
Li gora raportê, ji dema biryar di 9ê tebaxa niha de derketiye, daxuyaniyên ewlehiya giştî û wezîrê karûbarê serokkomar yên di nameyên fermî de di nav wan û Rêkxistina Lêbûrîna Navdewletî de, ewlehî bi karê vegerandina 2447 Sûriyan bi bal Sûriyê ve rabûye.
Birêvebera vekolînan ya rojhelata navîn ya rêkxistinê, Lîn Malûf, got : Em ji desthilatdarên Libnanî daxwaz dikin ko bilez operasiyonên koçkirinê rawestînin, û ji Encûmena Bala ya Berevaniyê daxwaz dikin ko biryara xwe pûç bike.
Û hişyarî da li ser ku wê penaber têkevin metirsiyê eger vegerin Sûriyê, çimkî nahêlin çavdêriyeke serbixwe bo wan çêbibe, ji bo nirxandina rewşa ewlehiyê bo vegereke hêmin.
Malûf got: Çi hewildan bo vegerandina penaberan bi kotekî binpêkirineke aşkere ye ji pabendiyên Libnanê yên venegerandina kotekî re.
Tora Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe ya nîveka vê mehê, dît ko rêjîma Esed hêj metirsiyeke berberî ye, eger biryara vegerê dan. Û torê veşartina 638 penaberan û kuştina 15an bi êşkenceyê, piraniya wan yên ji Libnanê vegeriyane, belgeh kirine.
Torê di raporta xwe de tekez kir ko wê nekêmî 1916 rewşên girtina rêjîmê ji penaberên vegeriyayî re ji destpêka 2014ê heta nîveka vê heyvê belgeh kirine, ji nav wan 219 zarok û 157 jin, di pey re 1132 hatine berdan, û 784 girtî mane, 638 bi kotekî hatine veşartin, her weha li ser rewşa 15 kesên bi êşkenceyê hatine kuştin vekolîn bûye.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî