Komîsyona Niştimanî ya Sûrî ya girtiyan û kesên bêserûşûn, semînarek bi helkefta Roja Navnetewî ya qurbaniyên bêserûşûnkirina bi darê zorê, bi vexwendina girtiyên berê û çalakvanên di warê belgekirinê û çalakvanên mafên girtiyan û mafên mirovan lidar xist.
Serokê Komîsyonê, Yasir Al-Faperhan, behsa giringiya serbestberdan û eşkerekirina çarenivîsa hemû girtî û bêserûşûnên bi darê zorê yên di zindanên rêjîma Esed de kir, û bal kişand ku Komîsyon ji bo zêdekirina danûstendina bi rêxistinên navdewletî re dixebite, ji bo “gihandina dengê kesên bêdeng”.
Wî tekez kir ku çareseriya dosya girtiyan bêyî veguheztinek tam ya siyasî li Sûriyê zehmet e, û got ku rejîma Esed “hînî dîtina xwînê bûye” û lê zêdekir û got “bi zanîna tawanê û sizayê careke din wê vegire pêkanîna tawanên zêdetir wek tawanbarekî bi tawanan firşik bûyî”, û bal kişand li ser kiryarên bêserûşûnkirin û binçavkirinên nû yên niha li deverên agirbestên bi darê zorê li parêzgehên cûda yên Sûrî de têne pêkanîn.
Beşdaran guhdarî axaftinên jin û mêrên binçavkirî yên berê kirin, ku behsa binpêkirinên hovane û nemirovî di girtîgehên rejîmê de kirin, û tekezî kirin ku mijara bêserûşûn û girtiyan yek ji dosyên mirovî ne ku pêwîstiya wê bi çalakiyek bi bandor heye ji bo serbestberdana wan.
Di dawiya civînê de, beşdaran li ser şandona mesajan ji civaka navdewletî re li hev kirin, tevî pêşnîyarkirina mekanîzmên nû ji bo qerebokirina qurbaniyan û sizakirina kesên tawankar, û pêdiviya eşkerekirina çarenivîsa hemû kesên bêserûşûn û wenda di girtîgehên rejîma Esed û dezgehên îstîxbaratê de.
Herweha di mesajan de daxwaza veguhestina dosya Sûrî bo dadgeha tawanên navnetewî hatiye kirin, ji bo darizandina tawanbarên tawanên şer li Sûriyê weke beşekî sereke ji çareseriya siyasî ya li gorî biryarên navdewletî, nemaze Daxuyaniya Cenêvê û biryara 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî