Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di raportekê de bi helkefta roja cîhanî ya piştevanîkirina qurbaniyên bêseruşûnên bi darê zorê, rejîma Esed bi bikaranîna bêserûnkirina bi darê zorê weke çekekî şer yê stratejîk gunehbar kir, û amaje kir ku bi kêmanî 98,000 kesên bêserûşûn li Sûriyê her ji destpêka şoreşê di adara 2011’an de hene.
Di raporta duhî de hat ku di navbera adara 2011’an û heta meha tebaxa îsal de, herî kêm 144,899 kes hêjî girtî yan jî bêserûşûn in.
Raportê lêzêde kir ku, rejîm di ber girtina 128,417 kesan de berpirsyar e, 3507 zarok û 7852 jin di nav de hene, di heman demê de, hêjî 10,721 kes ji aliyê rêxistinên radîkal binçavkirî ne, di nav de 349 zarok û 461 jin, ji nav wê hejmarê 8715 kes di girtîgehên çeteyên “DAIŞ” de ne , 326 ji wan zarok û 402 jin in, û 2006 kesên din di nav de 23 zarok û 59 jin di girtîgehên çeteyên Heyeta Tehrîr el-Şam de ne.
Raportê bal kişand li ser hebûna 2907 kesan, di nav de 631 zarok û 172 jin, di girtîgehan de ne yan jî bêserûşûn in ji aliyê mîlîsên “PYD” ve.
Li gorî raportê, ku nêzîkê 83,000 bûyerên bêserûşûnkirina bi darê zorê ji aliyê rejîmê ve hene, û ji aliyê tîma Tora Mafên Mirovan ve 931 bûyer hatin tomarkirin, ku çarenivîsa wan ji aliyê rejîmê hat diyarkirin, û got ku ew hemû mirin, di nav wan de neh zarok, ku termên wan qurbaniyan ji bo malbatên wan nehatin radestkirin.
Torê got ku nêzîkî 65% ji tevahiya kesên binçavkirî bi darê zorê hatine bêserûşûnkirin û malbatên wan bi cîhên wan nehatine agahdarkirin, û dema malbatên wan pirsa cihên wan dikin, dezgehên ewlehiyê û rayedarên rejîma Esed hebûna wan înkar dikin, û dibe ku kesê pirsê jî bike tûşî metirsiya binçavkirina bibe.
Wî tekez kir ku binpêkirinên rejîmê yên binçavkirin û îşkencekirin û bêseruşûnkirina bi zorê ranawestin, lê zêdetir ji vê yekê di destpêka 2018’an de , lîsteyên mirina bêserûşûnan li ser navendên nifûsê li hemû parêzgehên Sûriyê hatin belavkirin, bêyî ku malbatên qurbaniyan ti agahiyê li ser mirina wan werbigirin ji bilî roj û zemanê mirinê.
Li gor aportê, rejîm yekem alî di tawana bêserûşûnkirina bi darê zorê de li dijî hemû welatiyên sivîl dît, û bi rêjeyeke bilindtir ji hemû aliyên din yên tawankar, û bal kişand ku rejîm bi aliyekî din re nayê berhevkirin.
Tora Mafên Mirovan di raporta xwe ya taybet bi qurbaniyên bêseruşûnkirina bi zorê de, gazî Civata Ewlekarî ya NY kir ku civîneke awarte lidar bixe ji bo gotûbêjkirina vê mijara metirsîdar li ser çarenivîsa 98,000 kesî û tevahiya civaka Sûriyê.
Herweha bi helkefta Roja Navdewletî ya qurbaniyên bêseruşûn, daxwaz ji rêxistina lêborîna navdewletî “Amnesty” kir ku karin navdewletî yên yekgirtî bikin ji bo piştgirîkirina malbatên wan kesên bêserûşûn di zindanên rejîma Esed de, û herweha ji bo rûbirûbûna encamên karvedanên kiryarên bêserûşûnkirinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî