Rêkxistina Euro- Mediterranean Human Rights Monitor û rêkxistina Sûrî ya mafên mirovan di daxuyaniyeke hevbeş de dibînin ko amanckirina hêzên rêjîmê ji malên sivîlan re li bajarê Meeret Elnuman li gundewarê Idlib ko bû sedema kuştina jin û zarokan binpêkirina yasaya navdewletî ye.
Herdu rêkxistinan di daxuyaniya hevbeş de gotin: ‘’bombebaranê wêraniyeke mezin di cih de çêkiriye, hejmara kuştî û birîndaran bêtir kir, karê tîmên guhdana bijîşkî asteng kir. ‘’ di daxuyaniyê de hatiye ‘’ ku giring e netewên yekgirtî fişarê bide ser desthilatê û hevalbenda wê Rûsya ji bo van êrîşên ko binpêkirin in ji yasayê re rawestîne‘’, di heman çaxî de ji hemû aliyan daxwaza parastina sivîlan pêşindebûna wê kir.
Vekolînerekî rêkxistina Euro- Mediterranean Human Rights Monitor destnîşan kir ko ‘’berdewambûna amanckirina sivîlan û bargehên tendiristî û yên xizmetkarî li Idlibê û gundewarê wê binpêkirineke metirsîdar e ji yasaya navdewletî ya mirovî re, û dibe bigehê asta tawanên cengê li gora peymana Cinêvê ya çarem bo parastina sivîlan, û gerek aliyên desttêwerdan kirine bêne sizadan. ‘’
Vekolînerê yasayî diyar kir ko amanckirina malên sivîlan û wêrankirina wan bi ser serê xwedanên wan de qedexe ye li gora madeya 147 ji peymana cinêvê ya çarem ya sala 1949ê, û parastina taxên niştecihan giring e li gora madeya 25 ji lîsteya Lahay ya bi yasa û rewiştên cenga bejî ve têkildar ya sala 1907ê ya li ser ‘’ qedexekirina êrîş an bombebarana bajar û gund û xaniyên neparastî, bi çi çekî be.‘’
Rêkxistina Euro- Mediterranean Human Rights Monitor û Rêkxistina Sûriyê ya mafên mirovan ji Netewên Yekgirtî û aliyên kartêker daxwaz kir ko tevgereke jidil bike tako tawanên ko li Idlibê çêdibin rawestînin, û bilez piştgiriya darayî dabîn bikin tako karê operasiyonên hawarhatinê li herêmên bombebaran li wan çêdibe baştir birêve biçe.
Firokeka cengî ya çekên asmanî yên rêjîma Esed (Su 24) bi heşt mûşekan çarşemba bûrî malên xelkê li nîveka bajarê Meeret Elnuman bombebaran kirin, di encamê de 13 sivîl ji nav wan 6 zarok û du jin hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî