Hikûmetê birêz Abdul Rehman Mistefa, îro roja çarşemê, bi amadebûna serokwezîrê berê Cewad Abu Heteb û wezîrên berê, dest bi erkên xwe kir.
Di merasîma wergirtina erkan de, Mistefa tekez kir ku hikûmeta wî “wê berdewam be li ser rêya avakirinê li ser tiştên berê hatî pêkanîn, û kêmaniyan çareser bike”, û spasiya hikûmeta birêz Cewad Abu Heteb kir li ser xebata wê ya di bin rewş û mercên pir dijwar de.
Wî bal kişand li ser pêwîstiya hevkarî û hevahengiya bi hukumeta berê re da ku hemû proje û dosyayên heyî radest bikin, ji bo baştirkirina rewşa deverên rizgarkirî, û pêşkêşkirina karûbarên rastîn û xwiya ji bo alîkirina sivîlan, nemaze di vê qonaxa dijwar de li deverên nêzîkî devera kêmkirina şer li bakurê Sûriyê.
Mistefa tekez kir ku bernameya hukumeta nû ya demkî bi armanca avakirina “hukûmetek bîrewer” e, û diyar kir ku ev yek digel xebata siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya take nûnerê rewa yê miletê Sûryê ye hev tekûz dikin, da ku piştgiriyê bide pêvajoya danustandinê ya ji hêla Netewên Yekbûyî ve tê birêvebirin, ji bo dîtina çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navdewletî û bi taybetî biryara 2254.
Herweha wî tekezî li ser girîngiya hevrêzî û hevkariya bi hukûmeta Tirkiyê re kir, û got ku ev yek hemû pêdivî û pêdawîstiyên karê wezaretan û dezgehên hukûmetê li ser qada rizgarbûyî dabîn dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî