Abdul Majîd Berekat, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û opozîsyona Sûriyê, bang li hemû welatên ku penaberên Sûrî pêşwazî kirine kir, ji bo dozan li dijî rejîma Esed li pêş Dadgeha Tawanên Navdewletî li Lahay tomar bikin, li ser tawanên mezin yên şer li dijî sivîlan li Sûrîyê.
Berekat bal kişand ser ku mafên welatên li ser Peymana Romayê îmze kirine heye ku dozan tomar bikin li Dadgeha Tawanên Navnetewî li dijî rejîma Esed, li ser pêkanîna veguhestin û koçberkirina bi darê zorê ber bi axa van welatan, û diyar kir ku dozgeha dadgeha tawanên navnetewî weke destpêk biryar daye ku desthilata yasayî ya dadgehê heye li hember koçberkirina gelê Rohinga ji Myanmar bo Bangladeş di 2018’an de.
Wî bal kişand ser ku doza gelê Rohînga yekem doza dadgehê ku wek rewşa Sûriyê ye, û got: “Ew welat kikarin vê bûyerê bikar bînin, ji bo handana hemû welatên penaberên Sûrî pêşwazî kirine, û ew bi xwe wek welat di sîstema Romayê de beşdar in, ji bo heman biryaran bistînin”.
Barakat bang li hukûmeta Tirkiyê kir ku dest bi destpêşxeriyekê weha bike li dijî rejîma Esed, jiber ku ew jimara herî mezin ya penaberên Sûrî li ser axa xwe himbêz dike, û hişyarî da ku “Xala 12-an ya sîstema Romayê ya serekî diyar kiriye ku dewleta li ser peymanê îmze nekiriye, lê taybetmendiya dadgehê qebûl kiriye, ew jî dikare dozgeriyê li ser vê yekê tomar bike, û rewşa Tirkiyê li gor vê yekê ye”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî