Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporteke xwe de evro derketiye aşkere kir ko nêzîk 3 hezar kes hêj girtî an bi kotekî bêserûşûnin li bal milîtanên PYD, û dibîne ko ew milîtan astengiyan ji rêkxistinên civaka sivîl re çêdikin.
Di raporta xwe de tora Sûriyê got ku milîtanên PYD hewil didin operasiyonên serkutkirin û girtina nerewa û veşartina kotekî rewa bikin, bi amanca leşkeriya neçar, û pêkanîna binpêkirinên din yên mafên mirovan li herêmên kontrolkirina wan, bi behaneya ko şerê terorê dikin.
Raportê destnîşan kir ko tektîka wan milîtanan mîna ya rêjîma Esed e, ko çi kesê hevrikê wê be dibîne ko ew tirorist e û divê bête girtin, û bihlê ew ji civakê re bibe mînak.
Raporta niha diyar kir ko wê ji destpêka kontrolkirina PYD ji hin herêmên Sûrî re di tîrmeha 2012ê de, nekêmî 2907 kesî, ji nav wan 631 zarok û 127 jin ko hêj girtî ne, belgeh kiriye, û bal kêşand ser ko nekêmî 1877 kes ji nav wan 52 zarok û 78 jin bi kotekî hatine veşartin.
Torê anî ziman ko milîtanên PYD ji destpêka tebaxa bûrî 2019 de, şeş kes ji karmendên rêkxistinên xwecihî yên biwara mirovî li parêzgeha Elreqa girtine, ji nav wan ragehêner Selah Eldîn Elkati û Enes Hesen Elebo û Iyas Hesen Elebo û Xalid Siûd Elselame.
Raport dibîne ko milîtanên PYD yasaya navdewletî ya mafên mirovan bi veşartina kotekî binpê kiriye, û aşkere gelek pirinsîbên parastina hemû kesên girtî binpê kirine.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî