Komîta Sûrî-Tirkî ya ji bo şopandina rewşa penaberên Sûrî li Tirkiyê, civînek teknîkî lidar xist, ji bo gotûbêjkirina mekanîzmayên bicîhkirina biryarên nû yên derbarê çareserkirina rewşa penaberên Sûrî li Stembolê.
Civîn bi amadebûna kordînatora Ofîsa Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî Emel Şêxo, û endamê Hevbendiya Niştimanî Yosif Mehlî, herweha amadebûna cîgirê sekreterê ofisa koçberiyê li Stembolê “Recep Batu” lidar ket, û di civînê de herdu alîyan li ser berdewamiya wergirtina daxwaznameyan bi rêya Komîta Hevbeş ya Sûrî-Tirkî li hev kirin.
Biryarên çareserkirinê bazirgan û xwedanên pirojeyan yên ruxset ji bêtir ji sê mehan ve wergirtinê bi xwe ve girtin, tevlî xwendekarên zanîngehan, û rewşên mirovî wek sêwî û jinbiyan, û herweha kesên zarokên wan di dibistanan de ne.
Rêvebirê Ofîsa Koçberiyê got ku wê serederî bi xwedanên van dozan re li gor pêşendebûna wan bê kirin, û anî ziman ku wan dest bi dozên têkildarî xwendekarên dibistanan kirine.
Derbarê axaftina li ser hejmara xelkê ya mezin û qelebalixa li Navenda Çavdêrîkirina Koçberiyê li devera “Sultan Bailey”, û Batu diyar kir ku wan amadekarî ji bo vekirina du navendên çavdêriyê yên nû bidawî kirine, ya yekem li “Esenyurtê” ye, ku dê heta demjimêr 11’ê êvarî vekirî be û her roj pêşwaziyê li xelkê bike tevlî rojên bihinvedanê yên dawiya hefteyê, û navendeke din li “Esenler”.
Birêz “Recep Batu” got ku 15,000 mirovên Sûrî yên qeydnekirî heta niha li bajarên ku derfeta qeydkirinê li wan heye hatine tomarkirin, û tekezî li ser hevkariya pêwîst ligel hemû saziyan kir, û daxwaza bilindkirina asta hevahengiyê di navbera saziyan de kir, ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberên Sûrî yên li Tirkiyê.
Herweha tekezî li ser girîngiya pêşwazîkirina rewşên awarte li hemû nexweşxaneyên Stembolê hat kirin, her weha berdewamiya dermankirina kesên nexweş û nesax heta ji bo nesaxên bê karta parastina demkî tevlî yên bê qeyd.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî