Hêzên ewlehiya rêjîma Esed di kuştina girtiyan de berdewam in, û hêj mirovên girtiyan dixapînin di mijara ragehandina sedema mirina wan di zindanaê de, ku vê dawiyê du bira ji xelkên Kefer Betna ji Xûta rojhelat bi êşkenceyê hatine kuştin.
Acansa Simart ya xwecihî ji devê Mecid Dexmeş birayê herdu girtiyan duhî duşembê veguhest û got ku hêzên rêjîmê daxuyaniya mirina herdu birayên wî Mihened û Mihemed radestî jinbira wî kiriye, di daxuyaniyê de sedema mirina wan bi kirîza dil e, û bal kişand ser ko dîroka mirina Muhemed di 15 cehzerana 2015ê, û ya Muhened di gulana 2016ê de hatiye nivîsandin.
Û bêtir got ko Mihemed sala 2014 hatiye girtin piştî têwerdana mala wan li Kefer Betna , û ew bi tawana pişthiriya tiroristiyê birin, û Muhened piştî rojekê li ser rêbendeke wan dema ji Libnanê vegeriyaye hatiye girtin.
Birayê herdu kuştiyan got ku Mihemed li zindana Seydnaya ya leşkerî de girtî bû û negot Muhened li kû bû.
Tora Sûrî ya mafên mirovan aşkere kiriye ku di raporta dawiya cehzeranê de bi dehhezaran sivîlên Sûriyê ji destpêka şoreşa Sûriyê 2011 ve bi êşkenceyê hatine kuştin, û tekez kir ku piraniya wan di zindanên rêjîma Esed de jiyana xwe jidest dane.
Tora Sûriyê di raporta xwe de ya taybet bi roja cîhanî ya piştgiriya qurbaniyên êşkencedanê, tekez kir ko nekêmtir ji 14227 kesan bi sedema êşkenceyê di zindan û girtîgehan de ji nav wan 177 zarok û 62 jin hatine kuştin.
Hêzên ewlehiya rêjîmê ji salekê ve dest bi şandina lîsteyên mirinê ji nevendên nifûsê re li parêzgehan kirine , û li ber navan dinivîsînin ko sedema mirinê kirîza dil e, çalakvanên mafnasiyê civaka navdewletî bi sersariyê tohmetbar kirin, ji ber fişaran li ser rêjîmê pêk naynin, ji bo çarenivîsa girtiyan aşkere bike û wan berde, û li ser tawanên li dijî mirovîniyê dadpirsîn bibe.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî