Îro Duşembê “Yekîniyên Parastina Gel” Nehiştin Endamên komîta Dûveçûna Rastiyan ya ko Hevbendiyê ew çê kiribû bi alîkariya Wezareta Dadiyê ya Desthilata demkî û nûnerên Rêkxistinên Civaka Sivîl û Navendên belgehkirina zêdegaviyan derbasî Girê Sipî bibe.
Piştî gelek hewldanan ji aliyê Komîtê ve da derbasî bajêr bibe û Komîtê daxwazname ji her du aliyan, yê Tirkî û“Yekîniyên Parastina Gel” re şandibû çimkî ew ji aliyê Sûriyê ve sînor kontrol dikin da derbasî Girê Sipî û çend Gundên derdora wî bibin û ji nêzîk ve binerin çi bûyer çê bûne piştî şerê qewitandina Rêkxistina Daiş a tirorist û derxistina wê.
Îro sibehê dora 2000 Penaberên Sûrî li Herêma “Eqçe Kela” bi aliyê Girê Sipî yê Sûriyê ve derbas bûn, piştî ko Dergeh ji herdu aliyan ve li ber wan vebû. Piştî ew koçberiya bikomel çêbû ji encama qewitandina rêxistina Daiş ji herêmê.
Komîta Dûveçûna Rastiyan ya ko Hevbendiya Niştimanî Sûrî ew damezirandibû operasiyona vegera Penaberan li ba Buhêrka Sînor şopand, da vegera wan ji Gundên wan re dabîn bike.
Komîtê roja Şemiya buhûrî dest bi karê xwe kiribû û bi dehan malbatên derbider ji Til Ebyed û Gundên derdora wî dîtin, û Komît çû nav çend cihên ko malbat lê civiya bûn û rewşa wan ji nêzîk ve şopand, her wiha Komîte karê çêkirina raporteke destpêkî dike ku tê de bûyerên di çend rojên çûyî de çê bûne belgeh bike.
Jêder: Hevbendî