Hevbendiya Niştimanî rêjîma Esed gunehbar kir bi encamdana tawananên firokên şerker yên li beyaniya îro li Der’a tevî herdu piştevanên wê Rûsiya û Îranê jî, ku heta niha bikêmayî 17 kes hatine şehîdkirin ku jin û zarok jî di nav wan de hene, û Hevbendiyê daxwaz ji Encûmena Asayişê kir bo liveke bilez bo rawestandina van komelkujiyan bike nemaze yên sivîlan dikin armanc.
Ku li beyaniya îro roja înê, firokên dijmin hejmarek êrîşên esmanî birin ser 11 gund û bajarokên gundewarê Der’a, di encamê de 17 şehîd ketin di nav wan de hin jin û zarok hene.
Gund û bajarokên rastî êrîşên firokên Esed hatin ev in : Newa, Tefes, Şêx Miskîn, Busra Elherîr, Elmilêha rojava, Inxil,Elherak,Elsûra, Hamir, Til Cimû’h, Şêx Se’id, Selmîn.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Civaka Navdewletî kir bona pirotistokirina tawanên rêjîma Esed û kiryarên bombebarankirin û kuştinê yên firokên dagîrkariya Rûsiya û mîlîşên Îranê, hevdem tekeziya bilindbûna hejmara qurbaniyên xelkê Sûriyê kir ku gihaye 3233 şehîdan di heyamê herdu heyvên çêriya pêşîn û paşîn de ku di nav wan de 732 zarok hene ji encama bombebaranên Firokên dagîrkariya Rûsiyayê.
Jêder:Hevbendî.