Wezareta Tendurustiyê di Hikûmeta Sûrî ya demkî de, tekez dike ku ti kesên bi nexweşiya Korona li deverên rizgarkirî tumne ne, û ew tekezkirin piştî shehkirina nû ji 22 kesên guman lê hene hat.
Û Wezîrê Tendurustiyê di Hikûmeta Sûrî ya demkî de, Meram Elşêx, eşkere kir ku Wezaret di kontirolkirina kesên guman lê hene de berdewam e, û hejmara kesên ketine bin kontirolê ji aliyê Wezaretê ve heyanî dîroka 15 gulana niha gihîşte 642 kesan, û diyar kir ku tevaya encaman nerênî derketin, û ta vê kêliyê kesên bi Vîrosa Korona pêketine tune ne.
Û bal kişand ser ku Wezaretê bi hevkariya ligel tevaya Wezaretên din di karûbarên xweparastinê de ji bo nehêlîna belavbûna Vîrosa Korona li deverên rizgarkirî berdewam e, û Wezaret di cîbicîkirina helmetên hişyariyê derbarê Vîros li cûrbecûr dever û kampan berdewam e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî