Dezgehên ewlekarî yên rijêma Esed di siyaseta windakirina bi zorê ya girtiyên filistînî di girtîgehên xwe de berdewam in, û rêxistinên mafên mirovan balê dikşînin ser ku çalakvan, rojnamevan, xwendekarên zanîngehan, zarok, jin û kal di nav girtiyan de hene.
Û Girûpa Kar ji bo Filistîniyên Sûriyê, got ku desthilatên rijêma Esed hîn di girtina 8 endamên malbateke filistînî de yên ji nişteciyên kampa Yermûkê ya penaberên filistînî li Şama paytext berdewam e.
Û Girûpê diyar kir ku penaberê filistînî Ednan Dîb û herdu kurên wî Seyf û Muhenned ji berî zêdetir ji 8 salan de hatine girtin. Bavê wan Ednan Dîb, yê ku di sala 1966 de jidayîk bûye, di sala 2015an de li ser xala kontrolê ya kampa Yermûkê li ser destê endamên fesîleyên filistînî yên ser bi rijêma Esed ve hatibû girtin, Her weha ta niha Tariq Elî Dîb, Ala Elî Dîb, Muhened Elî Dîb, Ebdul Fetah Elî Dîb, Udey Elî Dîb ji sala 2012an de li ba amûrên ewlekariyê girtî ne.
Û berê Tîma Çavdêriyê ya Girûpa Kar ji bo Filistîniyên Sûriyê, gotibû ku hejmara girtiyên jin ên Filistîniyên Sûrî yên di girtîgehên rijêma Esed de gihiştiye 110 kesan, û ne cihê binçavkirina wan hatiye naskirin û ne jî zanyarî derbarê çarenivîsa wan hene, ji ber ku amûrên ewlekariyê agahiyan li ser wan nadin.
Û Girûpa Kar kuştina neh girtiyên Filestînî di sala 2022an de di zindanên rijêma Esed de belge kirine, û hejmara qurbaniyên penaberên filestînî yên di zindanan de mirine gihişt 643 kesan, jin û zarok jî di nav wan de hene.
Tê zanîn ku hejmara qurbaniyên filistînî yên ku ji aliyê tîma çavdêriyê ya Girûpê ve hatine belgekirin, 4147 qurbanî ne, û hejmara giştî ya girtiyan gihîştiye 1800 kesî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî