Girûpa Kar ji bo Filistîniyên Sûriyê, eşkere kir ku wan kariye 83 girtiyên Filistînî yên taxa Eltedamun a Şamê yên li bal dezgehên ewlekarî yên rijêma Esed belge bikin, ji wan kesên ku bi zorê hatine windakirin û ti agahî derbarê çarenivîsa wan tune ne.
Û Girûpa Mafnasî diyar kir ku wê karîbû navên 10 penaberên filistînî yên ku di salên cenga rijêma Esed li ser gelê Sûriyê de yên li taxa Tedamun winda bûne belge bike, û texmîn dike ku ew li ser destê milîsên taxê hatibin girtin an kuştin.
Û Girûpa Kar amaje kir ku şaxên ewlekarî û istixbaratan yên rijêmê navên girtiyên Filistînî vedişêrin, û ev yek dihêle ku nepêkan be ku çarenivîsa girtiyan were zanîn, ji bilî hin zanyariyên ku ji girtiyên azadkirî hatine wergirtin.
Û Tîma Çavdêrî û Belgekirinê ya Grûpa Kar ji bo Filistîniyên Sûriyê, ta niha mirina 643 penaberan di bin eşkenceyê de di girtîgehên rijêma Esed de belge kiriye.
Û Seroka Desteya Niştimanî ya Girtî û Wendayan, di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Salwa Aksoy, tekez kiribû ku Desteyê gelek caran daxwaza tevgereke yekser ji bo rizgarkirina girtiyan ji saziyên navdewletî kiriye.
Û Eksoy daxwaza eşkerekirina çarenûsa windayên kotekî yên di binê zindanên rijîma Esed de, yên ku bi tevayî tûşî hemû coreyên işkence û riswakirinê yên ku rijêma Esed têde pispor e dibin, kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî