Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Anes Al- Abde, peyamek ji serokê rêxistina hevkariya îslamî, D. Yosif Bin Ehmed Elisêmîn re şand, tê de daxwaza lidarxistina civîneke awarte li ser asta wezaretên derve kir, û behsa dawîtirîn pêşhatên meydanî û xeternakiya rewşê eger rêjîma Esed û Rûsiya di dijminkariyên xwe de li ser Idlib û gundewarê Helebê berdewam bimînin.
Al-Abde tekezî li ser girîngiya tevgera dewletên cîhana îslamî ji bo rizgarkirina sivîlên Idlibê û gundewarê Helebê kir, her weha xebata jibo rawestandina operasyonên leşkerî yên berdewam li dijî sivîlan, nemaze ku rêjima Esed bi rengekî rêbazkirî dixebite daku guhartina demografî pêkbînê, ya ku gefeke rastî ye ser nasnameya Sûrîyê, û rê li ber şerê mezhebî yê bi behaneya terorê vedike.
Û daxwaza piştgiriya hewildanên ji bo parastina sivîlan û misogerkirina bicîanîna agirbestek berfireh wekî pîvanek pêwîst ji bo destnîşankirina dilxwazîyê kir, da ku rê li pêşiya pêvajoyeke siyasî xweş bike, û tekezî li ser giringiya piştgiriya hewildanên prosesa siyasî kir.
Û bang li hemî alîyên têkildar kir da bi berpirsyarî tevbigerin ji bo bigihînin çareseriyek sîyasî ya berfireh bi pêkanîna tevahîya biryara Encumena Ewlekarî ya 2254, û dît ku ev dê çareseriyê li Sûrîyê misoger bike.
Û Al-Abde di peyama xwe de got ku prosesa bidestxistina konan ji malbatan re bûye wek tiştekî astem û nepêkan, û diyar kir ku ev tişt pir girîng e, nemaze ku demsala zivistanê di dijwartirîn rojên xwe de ye, û bi ser de kêmbûna mezin a xizmetên herî pêwîst, bitaybetî di warê tenduristî û perwerdehiyê de.
Û Al-Abde gazî Welatên Endamên Rêxistina Hevkariya Islamî kir, da dest bi helmeteke mirovahî bikin, ji bo kêmkirina qeyrana mirovahî li deverê, di riya dabînkirina arîkariya mirovahî jibo pêdviyên bingehîn û lezgîn, nemaze yên têkildarî bi cî û xwarin û perwerdekirin û karûbarên tenduristyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî