Komîteya Vegerandina Aramiyê ya hikûmata demkî ya Sûrî workşopek li bin navê “dengê civaka sivîl di destûrê de” li bajarê Azazê yê gundewarê Helebê ji bo gotûbêjkirina karê Komîteya destûrê lidar xist.
Hevserokê Komîteya Destûrî, Hadî Al-Bahra, endamên komîteya destûrê , tevî hin nûnerên saziyên hikûmeta demkî li deverên rizgarkirî, û çalakvanên siyasî bi riya peywendiya vîdyoyî beşdarî workşopê bûn.
Nûnerên saziyên rêveberiya xwecihî raman û pêşnîyarên xwe pêşkêş kirin, û hêviyên gelê Sûrî û nêrîna wan li ser destûra nû ya Sûriyê xuya kirin, ji bo parastina rûmet, maf û azadiya hemwelatiyan di paşeroja Sûriyê de.
Endamên komîteya destûrê hûrguliyên xebata komîteyê û zehmetiyên civîna yekem diyar kirin, ku yekemîn xula xwe li roja îna borî bidawî kirin.
Hevserokê Komîteya Destûrê, Hadî Al-Behra, dest bi axavtina qonaxa dîrokî ya prosesa sîyasî heta damezrandina Komîteya destûrî kir, û piştre bi berfirehî behsa pêşkeftinên xebata Komîteyê kir, got ku karê komîteyê îro bala herkesî dikişîne, ji ber ku bi danîna destûra welat wê paşeroj û pergala dewletê destnîşan bike”.
Wî got ku ” bandora wê dê li ser jiyana me ya kesane û jiyana zarok û neviyên me hebe, û divê bêhtirîn kes ji gelê Sûriyê di karê komîteyê de beşdar bibe”.
Diyar kir ku nûnerên desteya danûstendinê di komîteya destûrî de hewil didin ji bo derfetan peyda bikin ji bo bidestxistina encamên rastîn ên dûr ji her pêşinyarên li derveyê çarçoveya karê Komîteyê, û bal kişand li ser hebûna hin hewildan ji bo destpêkirina karubarên xula bê de ji bo gotûbêjkirina bend û naveroka destûrê.
Wî got ku encamên xebata komîteyê dikevin di berjewendiya tevahiya gelên Sûriyê de, û dikevin di naveroka daxwazên şoreşê de, ji wan parastina azadî û rûmeta hemwelatiyan, azadiya damezrandina partiyan, misogerkirina cudakirina di navbera hersê desthilatan de, misogerkirina hevsengiya di navbera maf û erkan de, sepandina mafên mirovan li ser hemû dezgehên dewletê û zelalî û lêpirsîn û darizandinê û gelek birgên din yên girîng.
Al-Bahra bal kişand li ser pêwîstiya veqetandina qonaxa danûstendinê ji qonaxa rêveberiyê, û got: “em niha di qonaxa danûstandinê de ne”, desteya danûstandinan a Sûrî amade ye ku danûstandina sê zembîlên din bike pevre, li gorî çi rêzê be, û bal kişand ku tişta girêdayî bi qonaxa rêveberiyê wê rêkeftin li ser bibe li gorî biryara 2254’an ya Encumena Ewlekariyê, bi avakirina saziyek rêveberiya demkî, ji bo berpirsiyara birêvebirina demkî be, ji bo avakirina jîngeheke ewle û bêalî, û piştre referandom li ser destûrê bibe, û piştre di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de û li gorî destûrê hilbijartinên parlaman û serokatiyê bi zelalî û azadî bibin.
Wî tekez kir ku Desteya Destûrî yek ji tekstên biryara Encûmena Ewlekariyê ye 2254, ku têde çar zembîl hene, û diyar kir ku gotûbêjkirina destûrê nayê bi wateya kêmkirina biryara 2254 û ne jî çareseriya siyasî li Sûriyê, lê deriyek bo gotûbêjkirina selikên din e, nemaze herdu selikên hikûmranî û hilbijartinan.
Wî daxwaza xebata ji bo piştgirîkirina karê Komîteyê kir, û bi rengek kartêker beşdarî daraştina destûra jibo Sûrîyê bibin, û da zanîn ku heyama pêş de dê malperekê elektronîk durist bikin ji bo pêşniyarkirina hemû babetên di çarçova komîteyê destûrî de, û tevlî wergirtina pêşniyar û bersivan.
Wî tekez kir ku nûnerên desteya danûstendinê di komîteya destûrî de pabendin bi neguhêrên şoreşa Sûrî û hêviyên miletê wê, û got ku ev armanc ya hemû gelên Sûriyê ye, bi bidestxistina azadî û wekheviyê û veguheztina siyasî ya rastîn û nehêlana dubarekirina rejîmê careke din.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî