Hevserokê Komîteya Destûrî ya Sûrî, Hadî Al-bahr, piştrast kir ku şanda desteya danûstandina Sûrî pênc pêşnîyar ji bo rojeva vê civînê pêşkêşî nûnerê navnetewî, Gir Pederson kirin, hevdem ku şanda rejîma Esed ev pêşniyar red kirin, û tekezî li ser gotûbêjkirina “stûnên netewî” kir, yan jî derbasbûna di nav civînan de bêyî ti bernameya karê civînan hebe.
Al-Bahra di êvara pêncşemê de di preskonfirasekê de ragihand ku, li gorî rêzikên sizayê yên karê Komîteya Destûrî, divê hevserokên Desteya Destûrî ji berî 72 demjimêran berî lidarxistina civîna duyem bigehêjin bernameya karê civînê.
Wî got ku şanda desteya danustandinê berî 4 rojan ji civînê pêşniyazek pêşkêş kiribû, û wiha got: “Me pêşniyara xwe di medyayê de weşandibû, û ew niha li Ofîsa Nûnerê Navdewletî ye,” û ragihand: “lê şanda îstixbaratî û Îranî ev pêşniyar red kirin, û daxwaza bernameyeke kar ji derveyî çarçoveya rojeva karê Komîteya Destûrî kirin”, bi navê “stûnên netewî”.
Wî tekez kir ku xuya ye “şanda rejima bermîlan” li gorî biryarên serkerê xwe yê Îranî dixebite, û pêvajoyê bi tevahî asteng dike, û di rastiyê de hewla têkşikandina pêvajoya makezagonê dide.
Al-Bahra diyar kir ku wan ji nûnerê navnetewî re gotiye ku stûnên netewî ji hêla gelê Sûrî ve hatine destnîşankirin, li gorî makezagonên ku wan bi serbestî û dadperwerî deng li ser dane, yan li gorî belgeyên hatine pejirandin ji bo pêkanîna Komîteya Destûrî, yek ji wan daxuyaniyek ji 12 xalên zindî ye, yên ku li Cinêvê hatine pêşxistin, û li Soçî hatine pejirandin, û wekî beşek ji biryara damezrandina Komîteya Destûrî hatine danîn.
Al-Bahra xuya kir ku wan pêşnîyarek hêsantir pêşkêşî wan kir, û ew jî hate redkirin, ku ew jî diket di naverok û çarçoveya rojeva karê Komîteya Destûrî de, û piştre pêşiniyara sêyemîn pêşkêş kirin, û ew jî hate redkirin, û bal kişand ku li roja pêncşemê wan du pêşniyar , ya çaremîn û ya pêncemîn , pêşkêş kirin, û herweha ji hêla rejîmê ve hatin redkirin.
Al-Bahra kaxezek fermî pêşkêşî şanda rêjîmê kir, û got ku şanda rejîmê daxwaza derbasbûna şandan dike ku têkevin hola civînê û her şandek dest bi gotûbêjan bike li gor ew çi baş dibîne “.
Û her weha got:”Wek em hatine şevbuhêrkek çandî ji bo em gotûbêjan bikin, hevdem ku xwîn li Sûrê tê rijandin, û bermîl bi ser xelkê me de têne barandin, û qelenek biha ji jiyan û xwîna xwe didin”.
Wî tekez kir ku şanda danûstendinê ya komîteya destûrî di erkek netewî de ye, ji bo bidawîkirina dorpêça li ser gelê Sûrî, û rawestandina operasyonên leşkerî, bidawîanîna neheqiya li hember gel û bidestxistina veguhastinek siyasî ya rast û bingehîn ya ku rê ji bo aştiyê veke.
Al-Bahra tekez kir ku îro roja înê roja dawiya vê civînê ye, û şanda desteya danûstendinê dê her hewlekê bide heta demjimêra dawî ji bo destpêkirina karê komîteyê, û bal kişand ku divê ew li gorî birgên rêgezê sizayê bin yên ji hêla hemûyan ve hatine pejirandin, û li gorî çarçova hatiye danîn ji bo nivîsandina destûra Sûriyê.
Di dawiya konfêransê de, Al-Bahra civata navdewletî û dewletên ku piştgirî li damezrandina Komîteya destûrî kirin bi tevahî berpirsiyar dîtin, di ber ajotinarewşê ber bi pêgirtina cidî ya berbi erêniyê ya hemû şandan di xebata Komîteya destûrî de.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî