Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Yasir Alferhan, tekezî li ser giringiya belgekirina binpêkirinên ku rijêma Esed û hevalbendên wê pêk tînin dike, her weha yên PYD derheqê sivîlan dike.
Û Alferhan karê nivîskar Ibrahîm Hebeş pê rabûye, bi weşandina pirtûkekê bi navê “Tewanên Milîsên Partiya Yekîtiya Demoqrat”, ya bi navê milîsên PYD tê naskirin li Sûryê, bilind nirxand. Û nivîskar giringî daye bûyerên kuştina sivîlan ya bi mebest, û tewanên kuştin û bêserûşûnkirinê, her weha leşkerkirina neçerî û leîkerkirina zarokan.
Û Alferhan sozên xwe yên standina mafên qurbaniyan û sizakirina tewankaran nû kirin, û tekezî li ser helwesta Hevbendiyê kir ya dibêje ku PYD rêxistineke terrorist e, tewan û binpêkirin derheqê sivîlan kirine.
Û tekezî li ser wê yekê kir ku hevkariyeke mukum di navbera wan milîsan û rijêma Esed de heye, û bal kişand ser ku rijêmê piştgiriya wan bi pere û çekan kiriye, her weha deverin bi tevayî tevlî dezgehan radestî wan kirin, da bibin desthilateke alternatîv li şûna wê ji bo serkutkirina şoreşê û kesên daxwaza demoqrasî azadiyê dikin.
Û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku hevkarî û piştgiriya milîsên PYD rawestînin, û dît ku ew milîs wan alîkariyan di pêkanîna tewanan û serkutkirina azadiyê de bikar tînin ji bo sepandina desthilata xwe.
Her weha hin dezgehên ragihandinê yên xwecihî gotinin Ibrahîm Hebeş veguhestin ku dibêje: “Pirtûkê agahiyên xwe ji dîdevaniyin jîndar anîne, di riya wergirtina wan bi şêweyek yekser ji qurbaniyan bi xwe, yên ku hin ji wan beşdarî ahenga imzakirinê bibûn”, û diyar kir ku hîn parçeyin din ji pirtûkê mane, wê di demên tên de derkevin, ji bo belgekirina binpêkirinên mayî yên di pirtûkê de behsa wan nehatiye kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî