Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Yasir Alferhan, dît ku destpêkirina dadgehkirina dadgehên Ferensî ji Rif`et Alesed re gaveke rast e, ji bo vegerandina pereyên gelê Sûrî yên li ser destê malbata Esed hatine talankirin.
Rif`et Alesed beramberî dadgehkirina bi tewanên “zengînbûna nerewa”, hîlebaziyên baceyî û avakirina imperatoriyeke eqaran li Ferensa bi bihayê 90 milyon yoro ji malên gelê sûrî yên talankirî dibe.
Û Alferhan di daxwiyaniyin taybet de roja sêşembê got ku wê bandoreke vê gavê ya erênî hebe ji bo vekirina dosyayên gendeliyê yên din ên malbata Esed, ku wê derî li ber dadgehkirinên wek wê ji gendelkarên mezin re yên bi talankirina pereyên gelê Sûrî tohmetbar in veke.
Û Alferhan herweha got ku destpêkirina dadgehkirina Rif`et Alesed, dê dilê bidehên hezaran ji xelkên bajarê Hemayê xweş bike, ew bajarê ku leşkerên “Seraya Aldifah” ên bi serokatiya Rif`et Alesed bûn, komelkujiyên mezin sala 1982an lê pêk anîn, têde bihezaran ji xelkên wê parêzgehê hatin kuştin.
Û Alferhan daxwaza vegerandina pereyên talankirî û dana wan ji bo gelê Sûriyê yên ku Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta wê ya veguhêz nûnertiya wî dikin, da wan ji koçber û derbiderên kampan û hewcedariyên mirovî yên corbecor re xerc bike.
Û dezgehin ragihandinê yên Ferensî diyar kiribûn ku fermana dadgeha Ferensî ji bo dadgehkirina Rif`et Alased derket, bi tuhmeta “hîlebaziya li yasayên baceyê” di riya bandên rêxistî re, û diziya pereyên giştî ji Sûriyê di nav salên 1984 û 2016an de.
Û berê jî dadgeha bala ya Ispanyayê heyva bûrî ragihandibû ku ewê karê dadgehkirina “Rif`et Alesed” amê serokê rijêma Esed yê yek ji tewankarên komelkujiya Hemayên ye dike, bi tohmeta pakkirina pereyan, li gor raporên ku dadvanên vekolînan bidawî kirine, û dadvanên vekolînan “ Xosê Dîlamata” piştî dîtina dekomentan, raspardeya dadgehkirina Rif`et Alesed û 13 kesên din kir, 8 ji lawên wî jî di nav wan de ne, bi tohmeta çêkirina rêxistineke tewankar û pakkirina pereyan.
Jêder : Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî