Emîndarê giştî yê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Riyad Alhesen, hişyeriyê dide Rûsyê derbarê nehêlana dirêjkirina dema biryara Encumena Ewlekariyê ya taybet bi gihandina alîkariyên mirovî bo hewcedaran li Sûriyê, û tekez kir ku ew peymanên xwe yên navdewletî bicî nayine, û pabendiyê bi biryarên ku wê bi xwe beşdarî di daraştina wan de kiriye nake.
Û di daxuyaniyên taybet de , îro, got ku Rûsiya dê şaşiyeke mezin û tewaneke din dijî gelê Sûriyê bike, eger ew demdirêjkirina biryara 2165 ya taybet bi alîkariyên mirovî pûç bike, yan jî astengî û mercên nû li ser deyne, da nehêle di ti riyan re derbas bibin, jibilî di rêbuhêrkên sînorî yên di bin destê rijêmê de, da karîna wê hebe dest deyne ser wan alîkariyan û belavkirina wan li ser şebîhên xwe, û bêparkirina 13 milyon Sûrî yên hewcedar ji wan.
Û got , gelo ew alîkariyên Rûsiya soz li Esîtana 14e dabû ku wan bighîne, ew heman ew keresteneyên ku bi ser Maaret Alnuhman li gundewarê Idlibê de dibarin, û sivîlan tevlî jin û zarokan dikujin?
Herweha got ku tewanên cengê yên li Idlibê û gundewarê wê dibin, tevlî pûçkirina biryarên gihandina alîkariyên mirovî û komîteya destûrî, rûyê rastyeqîn ê Rûsiyê ya kîndar dijî gelê Sûriyê, û di birçîkirin û peydakirina derdeseriyan jê re berdewam e diyar dike.
Û Alhesen bikaranîna neberpirsyane ya Rûsiya ji mafê redkirinê VETO re, ku Encumena Ewlekariyê pê pûç kiriye û edî nema kare rijêmekê gunehkar bike, an jî bi erkê xwe rabe derbarê sivîlên Sûriyê pirotesto kir,û daxwaza standina mafê redkirinê VETO ji Rûsiyê, ya ku pê parastina rijêma Esed a tewankar dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî