Artêşa Sûrî ya Azad li Der`a li derdorê bajarokê Dêr Makir li ser sînorên Gundewarên Rojavayê Bakurî Der`a 5 tang wêran kirin û yek bidest xist, û pevçûnin dijwar di navbera komin ji hêzên Esed û Milişiyên Hizbillah yên tirorîst çêbûn, di encamê de bi dehan ji wan hatin kuştin û birîndar bûn.
Di çarçoveya operasyona ” Şikandina Pencan” ku ji duh de destpê kiriye, û armancin yekser bidest xistin, serbazên Artêşa Yekem ya ku bi ser Artêşa Azad ya li Der`a ve, gelek ji bumbeyên Hawin û topan bi ser çargoşeya ewlehiyê li bajarê Senemên berdan.
Artêşa Yekem li bajarê Senemên Ewlehiya Leşkerî û Liwayê 79an li devera Rojhilatî bi bumbeyên Hawin û topan armanc kirin û encamin yekser bidest xistin, di vê navê re erebeyên embulansê bi deverên armanckirî ve çûn, û dîdevanan peyhevçûna erebeyên embulansê ber bi nexweşxaneya Senemên a leşkerî ve ragihand.
Serkirdayetiya Atrêşa Yekem duh armanckirina hemû xalên ewlehî û leşkerî li bajarên Senemên, Cibab, Kefer Şems, Cidya, Qîta, El – Qinyê, û meydana operasyonên leşkerî ragihand û navê operasyona ” Şikandina Pencan” lê kir.
Armanca opersyona ” Şikandina Pencan ” li gor serdarê meydanî di liwayê Şuheda El – Yermûk de Bavê Kinan ragihand ku ev amadekirina cenga gewre ya Şamê ye.
Li Xûta Rojhilatî, ketîbeyên şoreşgeran kerwanin ji hêzên Esed ku hewl didan ji hêla kampa Yermûkê ve derbas bibin vegerandin, di encamê de 6 efser hatin kuştin, du tang, erebeyek leşkeran, û tirêksek hatin wêrankirin.
Herweha Artêşa Azad li Gundewarên Hema tangek û tirêksek li rêbenda Zilîn nêzî ketîbeya Bakurî bajarê Mûrik wêran kir.
Jêder: Hevbendî