Artêşa Azad di şerekî de hatiye ragihandin bi navê “Elerdû Lena” ji aliyê artêşa “Isûd Elşerqiyê” tevî “tabûrên Ehmed Ebdo” li navçeya Elbadiyê û di bersivdana êrîşên hêzên Rijêmê de, firokek ji firokên şer ya Rijêmê anî xwar li navçeya Om Rimim li rojavayê Mehrûsê li Biyabana Sûriyê, û firokek din jikarxist li nêzîk firokxaneya Elsîn ya leşkerî li gundewarê Şamê.
Ku hêzên artêşa azad dubare karîn navçeya Om Rimim kontrol bikin, û dest danîn li ser du tankan û beldozereke bi zincîr, û kuştina zêdetir ji 35 serbazên Rijêmê û çeteyên mezhebperist li ser çend çeparên şer li navçeya Elbadiyê.
Li aliyek din Hevbendiya Niştimanî tekez kiribû ku ew navçeya tê armanckirin bi tevahî di destê artêşa azad de ye, ku li destpêka îsal û piştî şerên dijwar li navçeyên gundewarê rojhilat yên Siwêda û biyabana Sûriyê û tevî Til Mekhol û serbazgeha lêkolînên zanistî ji destê DAIŞ hatibû rizgarkirin.
Herwiha ku Hevbendiya Niştimanî duhî di daxuyaniyekê de hemî êrîş û hewlên ji bo kontrolkirina van navçeyan bi behaneya dijberiya DAIŞê şermezar kir, û hevdem hişyarî da aliyên agirbesta navborî emze kirine, derbarê bikaranîna van êrîşan li dijî hêzên artêşa azad, û cextê li ser giringiya rawestandina oparesyonan û vekêşana hêzên leşkerî bo navçeyên xwe yên berê kir.
Ku hêzên Rijêmê bi piştvaniya firokên Rûsiya êrîşan dikin bi hewla kontrolkirina navçeya Elhimad li başûrê Sûriyê bi behaneya ku agirbesta vê dawiyê ya di navbera Amerîka û Rûsiya de vê navçeyê bi xwe ve nagire.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî