Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî silavên şahnaziyê ji hemû yekîneyên Artêşa Sûrî ya Azad re û di serî de” Odeya Operasyonên Rizgarkirina Helebê” û ” Artêşa El- Nesr” dişîne, ku cengek mezin bo rizgarkirina hejmarek ji girên istratîjîk û gundên derdorê li Gundewarê Heleb yê Başûrî birêve birin.
Ev yek piştî şerin dijwar ku bi herifandina milişiyên Esed, nandozgerên Hizbilla, rêxistinên regezperest bi serkirdeyatiya Pasvanên Iran yên şoreşger, û reva wan ji 10 gund û girên li Gundewarê Başûrî li Helebê û kuştina bi sedan ji wan bidawî bû.
Hevbendiyê doz ji bo pirkirina piştgiriya ji Artêşa Sûrî ya Azad re tê pşkêşkirin kir, ji ber rola wê ya sereke di qewrandina dagîrkeran de û parastina deverên rizgarkirî ji metirsiya tirorê.
Herweha Hevbendî hemû şoeşgerên leheng ku di qewrandina dagîrker û nandozgeran de ji gundên “Birna”, “El -Ezîziyê”, ” Kefer Hedad”, “El-Xirbe”, bexçe û zeviyên gundê “Bans”, herweha “Til Bacir”, “Til El – Begare”, “Til Memo”, û “Til El – Binêcre” biser ketin silav kir.
yekîneyên Atrêşa Azad li “Odeya Rizgarkirina Helebê” di êrîşeke hevrêz de bi ser hêzên rejîma Esed û milişiyên regezperest ku piştgiriya wî li Gundewarê Helebê yê Başûrî dikin biser ket, şoreşgeran bi sedan bumbe ber bi xalên hebûna rejîmê li “Başkoy” û “Kutlet El – Efxan” de avêtin, berî ku êrîşeke berfireh li ser erdê destpê bike, ku di encamê de bi dehan nandozger hatin kuştin, û 10 erebe di navbera rokêtavêj, tank, û erebeyên zincîrkirî hatin wêrankirin.
Jêder: Hevbendî