Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Bedir Camûs got radestkirina rêjîmê ji lîsteyên navên girtiyên bi êşkenceyê di girtîgehan de jiyana xwe jidest dane bo birêveberiya nifûsê, qebareya tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovîniyê li hindirê zindanên rêjîmê diyar dike, û dibîne ko ne netewên yekgirtî û ne komîta vekolînan nikarin çavên xwe ji wan bigirin.
Camûs di daxuyamniyeke taybet de îro şembiyê got ku berdewamiya aşkerekirina van tawankariyên ko bi bêdengî çêdibin, ji civaka navdewletî re tekez dike ko rêjîm ne jidil bi netewên yekgirtî re di cîbicîkirina biryarên navdewletî re kar dike, û daxwaz ji komîta vekolînên navdewletî kir ko lêkolînê di wan tawankariyan de bikin û wan tev li bi sedhezarên tawankariyên ko rêjîmê di salên borî de kirine bikin.
Û tekez kir ku ev tewanên pêk tên karvedanên rêjêmê ne, ji bo heyfê ji kesên beşdarî di şoreşê de kirine hilîne, berpirsiyarî da ser milê rêjîmê, û her weha netewêm yekgirtî bi sedema ko pêrabûnên pêdivî nekirin.
Û di van rojên dawî de, rêjîma Esed lîsteyên navên şehîdên ku di bin êşkenceyê de mirine dan serayên nifûsê, û çalakvanin mafnasiyê gotin ku 1000 şehîd ji bajarê Dareya yê Gundewarê Şamê hebûn, û 750 ji parêzgeha Hesekê, 550 ji Helebê, 460 ji Miedemiyê û 30 ji Yebrûd.
Cîgirê serok bal kişand ser ko ev aşkerekirina lîsteyên navan ‘’ Sivikkirina bobelatê ye, gava ko girtî bi fermana Rûsya bêne berdan‘’, û bêtir got ku rêjîmê bi dehhezaran girtî kuştine, û aşkerekirina navên wan bi carekê dê nişkavek giran be, û got “tirsa me heye ko kuştin di girtîgehan de berdewam be, ji bo tinekirina hejmareke mezin di bin vê bêdengiya navdewletî de.
Û destnîşan kir ko radestkirina wan lîsteyan ji bo birêveberiya nifûsê û têkbirina nasnameya miriyan û derkirina bawernameya mirinê bo wan, dê alîkariya rêjîmê bike di destdanîna ser milkan de li gora yasaya 10, ya ko rêjîm dixwaze pê operasiyonên guherîna dîmugrafî ya berfireh li welat pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê