Di nav karînên ku Hevbendiya Niştimanî Sûrî pê radibe ji bo têklîyên yekser li gel penaberên Sûrî li dewletên lê dijîn, û ji bo pêdviyên wan û astengiyên ku ew dibînin û rêçên pêşkêşkirinê ji bo hêsankirina karê wan, avakirina Revenda Sûriyê li Îyaleta Gazî Entab hate ragihandin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî nameyek aresteyî Endamîn Revendê kir, û tê de hêviya xwe bi serkeftina Revendê di karên jê tê xwstin anî ziman, daku ew Revenda di xizmeta bercewndiya Sûriyên li bajarê Gazî Entab dijîn de be, û doz û pirsgirêkên dikevin riya wan bişopînin û rê li pêşiya wan hêsan bikin.
Û Elherîrê di nameya xwe de got ku em tev beşdarin di vê pirsyariyê de, û pir erk û xebat ji me tên xwestin, û emê di riya karê hevbeş re zêdetir gavan cîbicî bikin, û got ku bar giran e û xwestek û pêdvî jî pir dibin, ew jî tê wê wateyî ku divê tevaya karîn û hevkarî û hevrêzî di navbera hemû sazî û rêxistin û aliyên ji bo xizmeta bercewndiya gelê Sûriyê dixebitin hebe.
Û ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê Ofîsa Revendên Sûrî di Hevbendiya Niştimanî de, Mihemed Yehye Mektebî, tekezî li ser girîngiya avakirina pergalekî nûnertiya bercewendiya Sûriyan li hemû îyaletên Tirkiyê bike kir, û bal kişand ku avakirina Revenda Sûrî li Îyaleta Gazî Entab piştî ked û karekî zor lê bi serkeftî hat.
Û Mektebî got ku armanc ji avakirina Ofîsa Revendê ew e ku xizmet û nûnertiya bercewndiya Sûriyan bike, û astengiyên rastî penaberên li wê Îyaletê tên bişopîne û doz û piroblêmên ku ew dibînin çareser bike.
Û Mektebî anî ziman ku Revenda Sûrî li wê Îyaletê dê yekgirtina û têkliyên civakî xurt bike, û kiltora Sûrî ya resen biparêze, û rastiyên dîrokî taybet bi gelê Sûrîyê eşkere bike, her weha pireyên têklîlê ava bike, û girêdanên biratî di navbera Revenda Sûrî û Civaka Tirkî de xurt bike.
Tê zanîn ku li Îyaleta Gazî Entab nêzîkî 450 hezar Sûrî dijîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî