Endama Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Dîma Mûsa, bangewaziyek da jinên cîhanê ji bo beşdar bin li tenişt jina Sûrî di girev û xwenîşandan de, ji bo eşkerekirina bobilat û derdeseriya jina Sûrî bi sedema tawankariyên rijêma Esed li dijî wan.
Mûsa got: “bi helkefta roja jinê ya cîhanî ez jinên cîhanê û bi taybetî jina Sûrî silav dikim”, û got: “me divê dengê xwe bigihenin tevaya cîhanê û bobilata jinên Sûriyê ya li ser destê rijêma Esed eşker bikin ji bo bidawîkirina vê dujeha têde dijîn”.
Mûsa di nav “karwanê wijdan” de ev yek got, ku îro gihiştiye bajarê “Hatayî” yê Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê, piştî ku pêr ji bajarê Stembolê bi rêketibû û di çend bajarên Tirkiyê re derbas bibû bi armanca piştgiriya jinên zîndankirî yên di girtîgehên rijêma Esed de.
Endama Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku êdî bêdengî li hember kiryarên Rijêmê yên li dijî jinên Sûriyê ji kuştin û revandin û girtin û destdirêjiya li ser wan nayê qebûlkirin, û tekezî li ser giringiya dadgehkirina Bişar Esed û sercem tawanbarên şer kir.
Hevdem ku karwan bi beşdariya bihezaran jinên 55 dewletên ciyawaz pêkhatiye, ji wan 200 jin ji bajarê “Srebrenica” yê Bosna ne, tevlî bi dehên jin û dayîkên şehîdan.
Herwiha Goldin Sonmaz, cîgira serokê “bizava mafên mirov û dadperweriyê”, di kongirekî rojnamevanî de gotibû ku 13581 jinên Sûrî rûbirû girtin û lêdan û destdirêjiya siksî û riftarên xirab hatine, û niha 6736 jin ku 417 ji wan zarok in di girtîgehan de ne û rastî derdeseriyên rasteqîn dibin
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî