Corc Sebra, endamê Desteya Bilind Ya Danustandinan, diyar kir ku zêdetir ji 70 dewletan tevlî bizaveke navdewletî bûne bo rawestandina kuştar û tawanên li ser destê rijêma Esed û hevalbendên wê di derheqê gelê Sûriyê de dibin, û herwiha ji bo pûçkirina “Vîto”ya Rûsiya, ya ku Rûsya li ser bikaranîna wê rijd e, ji bo rê li pêş derxistina her biryarekê derbarê Sûriyê bigire.
Sebra tekez kir ku ev bizava navdewletî bi hevkariyek hevbeş ligel Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û Rikberiya Sûriyê û Desteya Bilind Ya Danustandinan û Dostên Gelê Sûriyê dibe, ji bo aktîvkirina destpêşxeriya Ewropî ya berî du rojan ya ji bo rawestandina kuştinê li Helebê û gihabdina alîkariyên mirovî.
Û girûpek ji hemwelatiyên Firinsa û yên Sûriyê li Qada Komarî li Parîsê, bi xwepêşandanekê rabûn, li dijî bombebarankirina hovane ya li Helebê bi destê hêzên Rijêmê û bi piştgiriya milîsên Elhişid Elşe’bî û Rûsiya dibe.
Û di xwepêşandanê de dirûşmên “Sûriya Azad e” û “Esed û Rûsiya tawanbar in”, û ” Na ji koçbarkirinê re” û “Azadî ji Helebê re”, û ” Rizgarkirina gelê Sûriyê”, û “Em dest ji welatê xwe bernadin” hatibû hildan.
Li aliyek din, wezîrê derve yê Firinsa Can Mark Îrolit, duhî roja yekşemê, û di miyanê serdana xwe de bo bajarê Xazî Entabê li Tirkiyê, daxwaz ji civaka navdewletî kir bo ” her karekê berdest bike”, ji bo rawestandina ” komkujiya” li Helebê, herwiha bê binav bike daxwaz ji Rûsiya kir ku nebe rêgir li pêş dengdana Encûmena Asayîşa Navdewletî ya li ser derxistina biryara şermezarkirina bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê, û dît ku bikaranîna “Vîto” di rewşek weha de dibe “şêweyek ji şêweyên hevkariya bi kirêtiyê re, di tawanên li nêzîk çend kilomitran ji vir, li Sûriyê dibin “.
Jêder: Hevbendî + Elşerq elewset + Wekalat