Hevrêzkarê Girûpa Kar a Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê de Ehmed Bekûra, ji hemû welatên ku Peymana Redkirina Êşkenceyê îmze kirine daxwaz kir ku pabendîyê bi sozên xwe yên li hember penaberên Sûriyê bikin û dersînorkirina neqanûnî zû rawestînin.
Bekûra di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir ku parastina mafên mirovan û dabînkirina ewlehiya penaberan erkeke hevbeş e, û pêwîstîya wê bi hevkariya navdewletî heye ji bo bidawîkirina hemû cureyên îşkenceyê û serederiya xerab li Sûriyê.
Bekura bal kişand ser ko Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî gelek caran tekez kiriye ko sedemên ku bûne fakterên birrîna têkiliyan bi rêjîma Esed re hîn hene û nehatine guhertin, bi taybet girtin û îşkencekirina hovane heta mirinê, û got ku raportên rolane yên mafên mirovan vê yekê piştrast dikin.
Bekûra hişyarî da li ser metirsiya li ser penaberên Sûrî heye eger bi zorê bên vegerandin bo Sûriyê, nemaze piştî belgekirina kuştin û girtina hejmarek penaberan piştî vegera wan bo deverên Esed.
Hefteya borî, 54 welatan daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û têde kuştin, êşkence û serederiya xerab bi girtiyan re di zindanên Esed de şermezar kirin, û daxwaza çareseriyeke siyasî ya berdewam li Sûriyê li gor biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê kirin.
Piştî diyaloga înteraktîf ku ji aliyê Encumena Mafên Mirovan ve bi komîsyona dadpirsînan ya NY re li ser Sûriyê pêk hat, welatan dilgiraniya xwe diyar kir li ser wê yekê ku bi dehhezaran Sûrî rastî girtina kotekî û azolekirina ji cîhana derve hatine, û ji rêjîma Esed xwestin ku ” kiryarên bi vî rengî rawestîne, Sûriyên bi neheqî girtî ne azad bike, û çarenûsa kesên winda zelal bike, gihandina guncaw ji bo rêxistinên serbixwe û mirovî yên ku rewşê dişopînin dabîn bikin, û hesab ji berpirsyaran bixwazin.”
Hevdem Tora Sûrî ya Mafên Mirovan raportek derbarê rewşên binçavkirinê li Sûriyê belav kir, tê de girtina 1236 kaesan li Sûriyê di nav wan de 56 zarok û 30 jin di nîvê yekem a îsal de belgeh kirine.
Torê diyar kir ku wê girtina 126 kesan belge kiriye, piştî vegerandina bi zorê ya penaberan di sala 2024an de.
Rapora ku 23 rûpelan pêk tê, nîşan da ku %73 ji girtinan li Sûriyê dibin windakirina bi zorê, û bal kişand ser ku rêjîm berpirsiyar e di ber 88% ji hejmara giştî ya girtinên keyfî yên tomarkirî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî