Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe ya dawîn de berztirîn binpêkinên dermafê rojnamevanan li Sûriyê diyar kirin, û bal kişand ser ku binpêkirin dermafê welatî û rojnemevanan û azadiya nerîn û derbirînê ji destpêka xwepêşandanan de di sala 2011 de ta niha bi dirêjiya yazde salan berdewam in.
Û rapora Mafnasî dît ku rijêma Esed Sûriya kiriye pîstirîn dewlet di warê azadiya rojnemevaniyê û nerîn û derbirînê de, û bal kişand ser ku di dema desthilatiya Hafiz Esed û lawê wî Beşar Esed de Sûriya rojekê jî azadî di karê rojnamevaniyê de nedîtiye, ji roja ku partiya Beis hatiye ser desthilatê di sala 1963yan de.
Û raporê kuştina 711 rojnamevanan û kesên di warê ragihandinê de dixebitin tomar kiriye, di nav de 9 rojnamevanên biyanî hebûn, û 52 jê di bin îşkencê de canê xwe ji dest dabûn, û got ku ne kîmtir ji 1563 rojnamevanî ji adara sala 2011 ta gulana sala 2022 hatine birîndarkirin.
Û raporê bal kişand ser ku rijêm û hevalbendê wê yê Rûsî di ber derdora 82 ji sedî ji serhejmara qurbaniyên rojnamevan û yên di warê ragihandinê de dixebitin berpisyar in, û got ku rijêm berpisyariya rêjeya 91 ji sedî ji hejmara qurbaniyên di bin îşkencê de canê xwe di hundir navendên fermî û yên nefermî de dane hildigre.
Û raporê daxwaza serbestberdana yekser bo rojnamevanan û kesên di warê ragihandinê de dixebitin yên ku ta niha girtîne kir, û xwest ku çarenûsa binçavkiriyên bi kotekî diyar bibe, û tevaya zagonên ewlehî yên ku ji hêla rijêma Esed ve derketine bên rawestandin, nemaze yên ku bi awayekî metirsîdar azadiya raya giştî û derbirînê serkut dikin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî berê di daxwiyaniyeke taybet de bi boneya Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnemevaniyê, pesnê rola tevaya rojnemevanan û kesên di warê ragihandinê de bi dilsozî û durustî dixebitin da, nemaze li deverên Sûrî yên rizgarkirî, li ser bizavên wan ên veguhestina derdeseriyên sûriyan û diyarkirina qehremanî û mêrxasî û fedakariya wan di ber doza azadiyê de, û di vê boneyê de tekezî li ser pêwîstiya azadiya rojnemevaniyê û mijarên wê kir, daku derbirîna xemên gelan bike, û bibe neynikeke rasteqîn a ketwar û daxwazên wan.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku ew bi gelê Sûriyê yê azad re berdewam e, ta gihiştina Sûriyake nû ya rûmeta tevaya welatiyên xwe û azadiya derbirîn û afrandin û rexnê û rûbirûbûna desthilatê bi peyva azad a bê tirs dabîn bike, ji civaka navdewletî tê xwestin ku sistiyê di piştgiriya veguhastina siyasî de li Sûriyê neke, û rijêma serkutkirinê, yaku roj bi roj gendelî û Tawanên wê û dûrbûna wê ji çanda vê serdemê tê çesipandin, bidawî bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî