Çalakvanên Parêzgeha Deraa, rijêma Esed û milîsên Îranî tuhmetbar kirin ku ew li pişt berdewamiya operasyonên kuştinê li parêzgeha Derayê ne, di dema bêserûberiyê û nebûna ewlehiyê ya ku parêzgeh ji nîvê sala 2018an de têde dijî.
Û çalakvanan ragihandin ku bêserûberiya ewlehiyê ya rêbazkirî bû sedema kuştina 4 kesên ku jinek û zarokek di nav wan de hebûn, û birîndarbûna kesekî din, ji encama operasyonên kuştinê yên cuda yên ku ji aliyê kesên nenas ve di du rojên bûrî de li parêzgeha Deraayê pêk hatin.
Û bal kişandin ser ku milîsên ku Îran piştgirîya wan dike, li gel efserên şaxên ewlekariyê yên rijêma Esed, rola herî mezin di cîbicîkirina kuştinê de li dijî dijberên rijêmê û projeyên berfirehkirina destdanîna Îranê li ser deverê dilîzin.
Û Ofîsa Belgekirina Binpêkirinan di Kombûna Horan a Azad de, di heyva Gulana bûrî de, 33 operasyon û hewlên kuştinê tomar kirin, yên ku di encamê de 18 kes hatin kuştin û 13 kesên din jî birîndar bûn, û 3 jî ji hewlên kuştinê rizgar bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî