Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmejîd Berekat, tekez kir ku milîsên Hizbullaha terorist ji cîhana erebî û îslamî re eşkere bûne, û gotina wê ku ew berevaniyê di ber Filistînê de û berxwedanê li dijî Israîla dagîrker dike, êdî ji her kesî re hatiye eşkerekirin, û girêdana van milîsan û armancên wan ên rasteqîn pir zelal bûne.
Û Berekat îro di daxwiyaniyin taybet de, got ku axaftina serokê van milîsan rastiya wan eşkere dike, û kar û barên wan li pêş cîhana erebî û îslamî li ber çavan radixe, û ji her kesî re tête çespandin ku ev milîs bi ser kêve ne, û armanca wan ew e ku tenê daxwazên rijêma meleyan li deverê cîbicî bikin.
Û bal kişand ser wê yekê ku Hizbullaha terorist ji roja yekem de, piştgiriya hêzên Esed kir, û zû li kêleka wê rawestiya û nehişt biruxe, û beşdarî pê re di tawanên cengê yên kirêt û hovane de dermafê zarok, jin û kal û pîran li curbecur deverên Sûriyê kir.
Û Berekat got ku milîsên Hizbullaha terorîst filistînî dorpêç kirin û ew kuştin û birçî hiştin, û ji malên wan ên li kampa Yermûk li Şamê koçber kirin, û ew ti carî berevaniyê di ber filistîniyan de dijî Israîla dagîrker nake.
Û Berekat tekez kir ku şoreşa Sûrî û doza Felestînê û bûyerên ku îro li Gezayê çêdibin, rastî tev eşkere kirin, û sextebûna gotinên hemû aliyên ku hewl didin ku van herdu dozan ji xwe re bikar bînin derew derxistin, ji ber ku herdû doz dê di wijdanê her kesekî wefadar û dilsoz li seranserî cîhana erebî û îslamî de bimînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî