Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, ji Rêvebiriya Emrîka xwest ku pabendiyê bi cîbicîkirina yasaya ku Kongirêsê Emrîkî biryar pê daye derbarê diyarkirina malûmilkên Beşar Esed û malbata wî û yên jêve nêzîk bike.
Û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat, got ku ji Rêvebiriya Emrîka tê xwestin ku rêzê li yasaya bi ser budceya Wezareta Bergiriyê ya sala darayî ya 2022 bigre, û samanê rijêma Esed diyar bike, û pabendiyê bi dema ku yasayê destnîşan kiriye, ku 90 roj in û di hefteya dahatî de bidawî dibe, bike.
Û Berekat bal kişand ser ku ji Rêvebiriya Emrîka cidîtî tê xwestin, û kar bêhtir derbarê doza Sûriyê bike, nemaze ku êrîşkariya Rûsiya li ser Okranya, têkçûna siyaseta Emrîka derbarê Sûriyê di salên bûrî de çesipand, ji ber hiştiye ku Botin êrîşeke zordarî bibe ser xaka dewleteke cîran û endam di Netewên Yekbûyî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî