Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat, êrîşa terorîstî ya ku duh sêşemê êvarî li navenda bajarê Efrînê li gundewarê Helebê pêk hat şermezar kir, û tekez kir ku têkbirina aramiyê û tirsandina sivîlan li navçeyên rizgarkirî, armanca herdemî ya rejîma Esed û milîsên PYDê yên terorîst e.
Berekat di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser wê yekê ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê bi rêya dezgehên xwe yên cîbicîkar bi serpereştiya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiyê li navçeyên rizgarkirî kar dike, û armanca rastîn a vê operasiyona terorîstî ya rêjîma Esed û milîsên PYDê yên terrorist ew e, rêgirtina li ber ezmûn û modeleke serkeftî li bakurê Sûriyê.
Berekat bal kişand ser wê yekê ku wezareta berevaniyê û ya navxwe yên hikûmeta demkî ya Sûriyê, di heyama salên borî de bi sedan êrîşên terorîstî pûç kirine, û ew dê kar bikin ji bo rêgirtina li pêşiya dûbarebûna êrişên bi vî rengî û eşkerekirina kesên ku di vê êrîşa terorîstî de cih digirin, ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê.
Duh, Sêşemê, li bajarê Efrînê di encama teqîna motorsîklêtekî bombebarkirî li nêzîkî Çerxerêya Newrozê, 4 kes birîndar bûn, zarokek di nav wan de hebû, û Berevaniya sivîl a Sûriyê ragihand ku tîmên wê çûne cihê êrişê û yek ji kesên birîndar di nava ambulansê de derman kirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî