Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilmejîd Berekat, beşdarî di rûniştina ragihandina encamên hilbijartinên Perlemanê Ciwanan de yên ku duh çarşemê li baregeha Encumena Parêzgeha Helebê ya Azad li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê bi vexwendina Yekîneya Piştgiriya Aramiyê li dar ketiye kir.
Û di rûniştinê de Serokê Hikûmeta Sûrê ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û Rêvebirê Cîbicîkar yê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê û nûnerên Encumenên Parêzgehan û Encumenên Xwecihî û saziyên civaka sivîl û çalakiyên şoreşgerî û sivîl amade bûn.
Û di gotara rûniştinê de Berekat pîrozbahî bi navê Hevbendiya Niştimanî bo endamên Perlemanê Ciwanan yên ku di hilbijartinan de bi ser ketine pêşkêş kir, û tekezî li ser giringiya serboriya demoqratîk a ciwanan kir, û bal kişand ser ku pêngaveke mezin e û hêjaye ku li ser vê serboriyê pêngavin mîna wê di laş û kutle û saziyên deverên rizgarkirî de bêne avêtin.
Û tekez kir ku serboriyeke giring e di rêya xurtkirina hişyariya siyasî ya ciwanên Sûrî de, û dê weke rêxweşkirinê be ji bo xwînin ciwan tevlî saziyên şoreşa Sûriyê bibin, û çavdêriya perlemanî ji karên wê re pêk were.
Û Berekat diyar kir ku pilana çaksaziya berfireh ya Hevbendiya Niştimanî yaku pêngavên wê yên cêbicîkar li vê dawiyê bi rê ketine giringiyeke mezin dide nifşê ciwanan, ji ber ku li bal wan baweriyeke tam bi pêwistiya xurtkirin û beşdariya di saziyên şoreşê de çêbûye.
Û bal kişand ser ku li gor daxwaza Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî derbarê xurtkirina rola ciwanan, hin pêngav di vî warî de hatin avêtin, û ya herî girîng ragihandina damezrandina Desteya Ciwanan û Werzişê bû, ji bo ku hîmê yekemîn be, daku werzişvanên ciwan ên azadîxwaz berve cîhanîbûnê de bibe, di riya beşdariya di werzişên navdewletî de û nûnertiya werzişa Sûriyê ji rijêma Esed bistînin.
Tê zanîn ku Komîteya Damezrênerî ya Perlemanê Ciwanan, hilbijartin li tevaya deverên bakurê Sûriyê bi beşdariya derdora 1500 kesî ji tîmên xwebexş û ciwanan li dar xistibû, her weha kesên serbixwe û rojnemevan û xwedî pêdviyên taybet beşdar bûn, daku 36 kandîdî ji 60î hilbijêrin.
Û armanca Perlemanê Ciwanan ew e ku dikekê bo ciwanan biafirîne, daku nûnertiya dozên ciwanên Sûrî bi curbecur cihêrengî û nijadên wan bike, her weha dozên civakî yên giştî û berztirîn pêşketinên girêdayî beşê ciwanan gengeşe bike, û beşdariyê di karê siyasî de bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî