Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat Tekez Dike ku Rijêma Esed Sûriya Kiriye Zeviyê Mayînan

April 4, 2022
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
Berekat Tekez Dike ku Rijêma Esed Sûriya Kiriye Zeviyê Mayînan

Serkretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilmejîd Berekat, tekez kir ku rijêma Esed û piştgirên wê ji milîsên terrorist ên dîtir, Sûriya kirin zeviyê mayînan bi dirêjiya salên bûrî ew jî bû sedem ku tawanên dermafê sivîlan berdewam bikin.

Ev jî îro di boneya roja navdewletî bo Hişyariya ji Mayînan û Alîkariya di Rêşûnên Girêdayî Mayînan de hat, yaku dikeve roja çarê nîsanê ji her salê.

Û Berekat tekez kir ku bûyerên teqîna mayîn û şûnmayên cengê bi awayekî rojane pêk tên, û bi wê sedemê qurbaniyên sivîl dikevin, ji ber ku hêzên rijêmê mayîn bi awayekî bêserûber li bêhtirê deveran çandine, û bal kişand ser ku rijêmê bi mebest ew mayîn ranekirine, daku nehêle sivîl bi awayekî rasteqîn li mal û xaka xwe vegerin.

Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe yaku vê dawiyê derketiya de diyar kir ku 67 sivîl li Sûriyê di heyva adara 2022 hatine kuştin, 20 zarok û 3 jin di nav wan de hebûn, û 7 sivîlan canê xwe di bin îşkencê de ji dest dan, û bal kişand ser ku mayînên zemînî bûn sedema kuştina 27% ji qurbaniyan.

Û ji aliyê xwe ve Berevaniya Sivîl di raporekê de bal kişand ser ku tîma bi ser Berevaniya Sivîl ve sala 2021 û çaryeka pêşîn ji sala 2022 bersiva 20 teqînên şûnmayên cengê da, yên ku têde 15 kes hatibûn kuştin, 8 zarok di nav de hebûn, û 27 kes birîndar bûn.

Û li gorî rapora salane ya Hevpeymaniya Navdewletî dijî teqemeniyên goşeyî û helmeta navdewletî ya qedexekirina mayînên zemênî ICBL-CMC, Sûriyê hejmara herî bilind di sala 2020an de bi hejmara qurbaniyên ku hatine kuştin û yên birîndar bûne bi sedema mayînên zemînî û şûnmayên cengê tomar kir.

Û raporê kuştin û birîndarkirina 2729 kesan li Sûriyê bêhtirê wan sivîl bûn û nîvê wan zarok bûn belge kir, ji hejmara 7073 kesan yên ku hatine kuştin an birîndar bûne di sala 2020 de bûn, û raporê bal kişand ser ku serhejmariya qurbaniyan yaku li Sûriyê tomar bûye ya herî bilind di salekê de bû, ji dema ku rawengehê dest bi hejmara qurbaniyên mayînan li Sûriyê di sala 1999 de kiriye.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Elmislit Daxwaza Avêtina Pêngavin Cidî ji Washington Dike ji bo Lêpirsîna Rijêma Esed û Vegerandina Mafê Qurbaniyan

Elmislit Daxwaza Avêtina Pêngavin Cidî ji Washington Dike ji bo Lêpirsîna Rijêma Esed û Vegerandina Mafê Qurbaniyan

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.