Cêgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku gotara Bişar Elesed ya duhî hat wek dirêjîpêdanê bi siyaseta rêjîmê ya avakirî li ser derew û fêlbaziyê û hewlên xistina gomanan di nav aliyên opozisyonê de, û herwiha ji bona leşkerkirin û handanê li dijî opozisyon û hêzên şoreşger.
Merwa got ku: Bişar Esed di gotara xwe de pênaseyek nû daye hemwelatîbûnê, ku welatî ew kese yê berevaniya Welat dike, û ev gotinek diruste, lê tişta em dibînin rast ku berevanî di ber xelka Sûriyê de li hember terora Esed û mîlîşeyên tayîfî yên hevalbendên wî karvedan e ji niştimanperweriya rasteqîne re û rengvedanek rasteqîne ji ramanên nîştimanperweriya Sûrî re ye.
Merwa pirsyar kir: Aye çawa dikare mafê welatîbûnê ji welatîkî bistîne ku hilgirê regezname yan pasporta Sûrî ye, û ew dibêje ne herkes yê passportek sûrî pêre hebe ew Sûrî ye, bitenê ew kes Sûrî ye yê ku bergiriyê ji Sûriya dike, lê ew li dijî kî bergiriyê ji Sûriyê dike?!, hemû Sûrî bergiriya Sûriyê dikin li dijî rêjîma Esed ya bikuj û terorîst, û ev erkekî niştimanperwerî ye ku hemû xelkê Sûriyê pêgiriyê pê dikin.
Dîsa Merwa got ku “Bişar dixwaze bi vê gotinê biryarên rêjîma xwe derbas bike bi dana regeznameya Sûrî bo çete û milîtanên bêgane yên hevalbendên xwe; lê em di Hevbendiya Niştimanî û di hêzên Soreşê de rê nadin ev biryar cêbicê bibe, û emê kar ji bona pûçkirina wê bikin, ku dana regeznameya Sûrî bo van çeteyan bi xwe tawan e, lê ya diyare ku Bişar Esed şerm nake heta ku rasterast li ser vê mijarê di ragihandinê dejî diaxive.
Herwiha Merwa tekez kir ku “gotara Esed gotarek serbazî bû ne siyasî bû û têde bi awayekî xuya behsa leşkerkirin û leşkeriya yedek dikir û behsa dana delîve û derfetan bo lêşkerên cudaxwaz bo vegerin li nav artêşa rêjîmê de, û ev rengvedane ji qeyarenek mirovî re ku rêjîm têde dijî tevlî piştgiriya rêjîma Îranê û mîlîşeyên Îranî û yên Îraqê û yên Libnanê û li vê dawiyê yên ji naverasta Asiya û ji Afrîqiya û ji Yemenê yên tên bihawara wî ve, ku ev hemû tişt didin xuyakirin ku hêjî arîşeyên rêjîmê hene û bi awayekî serekî arîşeya kêmiya mirovan di rûbirûbûna şoreşê de”.
Merwa bal kişand ku peyama serekî ya rêjîm hewl dide jê bireve û ya pêwîste di bîra her kesekî debe ku rewşa Sûriyê dişopîne ewe ku rêjîm têk diçe û paş dikeve û ku çareseriya leşkerî bêhûdeye û pêwîstiya Sûriyê bi çareseriyek siyasî heye.
Herwiha Merwa pejirand ku bazdana her aliyekî ji çareseriya Siyasî kêşeyê aloztir dike û tê bi wateya xwînrijandinek zêdetir, ku çareseriya siyasî ligor daxuyaniya Jinêv 1 û karakirina vê daxuyaniyê û damezrandina desteyeka fermanrewiya Veguhêz ya hemû alî li ser hevdeng ya ku cihê rêjîmê û peyayên wê herwiha yên destên wan bi xwîna Sûriyan bûyî`1 qz21 q` têde nebe û herwiha cihê wan di qonaxa veguhêz û di paşeroja Sûriyê de nebe, bêgoman eve ye çareseriya siyasî.
Hewiha Merwa got ku nexşeriya hatî biryardan ligel Desteya Hemahengiyê ya vê dawiyê têde bal hatiye kişandin li ser pêkanîna desteya fermanrewiya veguhêz û dubare-avakirina welat û amadekirin û ragihandina destûreke nû, û herwiha xweamadekirin ji bona helbijartinên parlamantarî û jinavbirina terorê û daraştina stratîjyekê bo vegerandina penaberan û tevlîkirina hêzên şoreşger û artêşa azad di artêşa Niştimanî de.
Jêder:Hevbendî