Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Salim Elmislit got, li pêşberî serkeftinên berdewam yên Şoreşgerên Sûriyê li ser xakê Rêjîma Esed bêçare maye, tenê dixwaze bi kuştina pir û avêtina Bermîlan bi ser sivîlan de û bikaranîna çekên qedexe di bin sîbera bêdengiya civaka navdewletî de hebûna xwe cîbicî bike.
Elmislit destnîşan kir ko nema têne hejmartin bê çend caran Rêjîma Esed derandina Yasaya Navdewletî kiriye û biryarên navnetewî têk birine. Mezintirîn kuştar û tawankariyên cengê li dijî mirovatiyê bi taybetî yên çekên kîmawî pêk anîne. Îro firokên Perwane yên Rêjîma Esed bajarên Sifûhin û Bişêriyê li Gundewarê Idlib bi Bermîlên kilor aman kirine, piştî ko doh Gundê Kinisfira bombebaran kiribû. Di encama êrîşên Firokan de gelek rewşên bihnçikandinê li nav sivîlan de çê bûn û ew bilez birin Nexweşxanên gorepanî û ji nav wan jî bi kêmanî zarokek hebû.
Elmislit diyar kir ko roj bi roj tekez dibe ko hemû biryar û peymanên navdewletî û biryarên Encûmena asayişê yên ji bo çekên kîmawî bi rêjîma Esed re kêr nakin. Û her derengbûn ji bo ferizkirina Herêmên qedexekirina firîna asmanî li ber firokên wî, her roj bi dehan qurbanî ji miletê Sûrî diçin.
Elmislit diyar kir ko divê civaka Navdewletî helwesteke piraktîkî bistîne ji bo ferizkirina herêmên qedexekirinê da rê li ber tawankariyên Esed bigire. Û çareseriya siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê deyne û rewşê ji damezirandina Desteya Desthilatdariya veguhêz re amade bike, ya ko li ser têgeh û lihevkirinên daxuyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî bibe. Da ko Serpereştiya miletê Sûrî bike û armancên gel di azadî, rûmet û dadiyê de misoger bike.
Jêder: Hevbendî