Berpirsên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê diyar kirin ku paşxistina veguhestina siyasî nakeve xizmeta çareseriya siyasî de, û bal kişandin ku ev paşxistin dibe fakterê zêdebûna derdeseriyên gelê Sûriyê.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Bedir Camûs got ku hêjî gelê Sûriyê di kampan û li dewletên cîran û di girtîgehên Esed de derdeseriyan dibîne, bi sedema paşxistina destpêkirina piroseya veguhestina siyasî ya biryar li ser hatiye standin di tekestên biryarên navdewletî de, û got ku paşxistina piroseya siyasî hestekî bêhêvîbûnê peyda dike.
Camûs daxwaz ji NY kir ku li astê berpirsyaretiya xwe ya navdewletî be, û rêzê li dezgehên xwe bigire, yên tekez kirine ku rijêma Esed berpirsyar e di ber encamdana gelek komkujiyên li Sûriyê de, herwiha xwest ku xudan helwest be da ku baweriya xelkê Sûriyê bi xwe nû bike, ew baweriya her ji destpêka şoreşa Sûriyê ji şeş salên borî ve nema ye.
Û NY han da li ser raguhestina fayilê tawankar Bişar Esed bo dadgeha tawanên navdewletî, û daxwaz ji nûnerê xwe bike ku wî wek hevparê qonaxa veguhêz pêşkêş nekin, û dît ku ev “kerta bêgunehiya ji tewanan dide wî “.
Hêjayê gotinê ye ku Camûs li bajarê Niyowerkê ye, û ligel Ebdulhekîm Bişar endamê Hevbendiya Niştimanî û şanda desteya bilind ya danustandinan ya bi serokatiya rêxerê giştî Riya Hicab di civîna giştî ya NY de beşdar e, û herwiha tê çaverêkirin ku ligel çend serok û wezîrên derve yên dewletên dost û bira kom bibin, û herwiha tevlî çend civînên piralî bibe, yên li ser perawîza civîna salane ya komeleya giştî ya NY pêktên.
Û ew şanda navhatî wê hewl bide bo gihandina daxwazên gelê Sûriyê bo dewlet û saziyên cîhanê û dupatkirina piransîpên şoreşa Sûriyê, û herwiha bo balê bikişîne li ser tirajêdiya gelê Sûriyê li yek ji mezintirîn platformên cîhanê ku ji bo dabînkirina aştiyê û dana mafên gelên cîhanê hatiye damezrandin.
Û civîna komeleya giştî ya NY wek korbendeke navdewletî ya piralî tê dîtin, ku sercem kêşeyên navdewletî yên di soznameya NY de têde têne gengeşekirin, ku komeleya giştî ya NY wek dezgeha nûnerayetiyê ya sereke bo gengeşekirin û danustandinên NY tê dîtin, û ji sercem endamên NY pêktê yên hejmara wan digihê 193 dewlatan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî