Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir tako Komîtekê bo peyketina rastiyan bilez bo Wadî Bereda li gundewarê Şamê bişîne.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Bedir Camûs got ko êrîşên leşkerî ji hêla hêzên Beşar û milîtanên Îranî û Hizbulaha terorist hêj li ser Wadî Bereda berdewam in, û bêtir got ko ew êrîş bûn sedema jikarketina çend bargehên xizmetkariyan û ji wan jî kaniya “Eyn Elfîcê” ya ko avê dide xelkên Şamê û gundewarê wê.
Camûs daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir bo komîteke peyketina rastiyan bişîne tako tawankariyên di derheqê sivîlan de çêbûne bibîne. Camûs dibîne ko rêjîmê çekeke nû li dijî milet ew jî av e bikar aniye.
Yan Îgland serokê kar ji bo alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê yê Netewên Yekbûyî di kongirekî rojnamevanî li Cinêvê got ko: karên xirabkirinê û bêparkirina ji avê tawanên cengê ne, çimkî sivîl wê vedixwin û eger tunebe ewê nexweş bikevin.
Û destnîşan kir ko “li Şamê bi tenê 5.5 milyon kes ji avê bêpar man an jî hindik giha wan, çimkî ava ji Wadî Bereda tê bi sedema şer an xerabkirinê nema bikêrî bikaranînê tê.”
Herêma Wadî Bereda 15 km bakur-rojavayê Şamê ye, û ji 16 rojan ve rastî êrîşeke leşkerî ku yekem car e bi vî şêweyê bêhempa dibe, tev ko peymana agirbestê qaşo ji 6 rojan ve cîbicî bûye.
Çalakvanan diyar kir ko rêjîm bizavê dike ko niştecihên herêmê koçber bike, û çend gef bo wan şandin, digel ko bargehên xizmetkariyan bombebaran kirine, di encamê de av kêm û gemarî bûye, û ev li çend bajar û bajarokên gundewarê Şamê û vê dawiyê li bajarê Helebê jî çêbûye.
Jêderekî ji Hevbendiya Niştimanî got ko rêjîm û Îran hewil didin peymanê têk bidin ji ber baweriya wan ya tekûz bi çareserkirina leşkerî heye, behaneyan dikin ko komên terorîst hene tev ko nexşe bi giştî gihane ji aliyê dabînker (Rûsya)
Jêderê tekez kir ku giring e hêzên Esed û milîtanên Îranî bi peymana agirbestê pabend bibin, û nehêlin ko ew xirab bikin, û got giring e zêdegavî rawestin û xal cîbicî bibin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Acans