Alîkarê Emîndarê giştî yê Ntewên Yekgirtî yê karûbarên mirovî û hevrêzkarê hawarhatina awarte Stîvên Obrayin, tekez kir ko berpirsiyayên li pey avêtina Bermîlên Teqîner li Sûriyê, çi qas dem bibuhûre jî dê siza bibin.
Obirayin “Bêdengiya Civaka Navdewletî li ser tawankariyên ko Rêjîma Esed û komên tirorist ko ji pênc salan ve dikin” pirotesto kir, û got: “heta nuha cîhan li Sûriyê temaşe dike ko çawa parçeparçe dibe û li gelek parçên Welat xwîn diherike” bê ko çi tevgereke aktîv bikin. Û berdewam kir û got ko “Nifşên dahatî wê bi diltengî li evê têkçûna civaka navdewletî di parastina sivîlên Sûriyê de binêrin”.
Obirayin di rûniştina Encûmena Ewlekariyê doh pêncşembê li ser raporta dawî ya Komîta Navdewletî ya serbixwe ya vekolînê li Sûriyê 16ê cehzerana nuha agahî da ko “li Helebê bombebaran û êrîşên asmanî û bermîlên teqîner ji aliyê Hêzên Rêjîma Esed ve bêtir dibe, û li Dareya ya ko navê Paytexta Bermîlên Teqîner lê kirine, bi dehan bermîl bi ser de di hefteya çûyî de hatine berdan ”, Encûmena Xwecihî ya Dareya ragihand ko Hêzên Rêjîmê ji 8 heta 16ê cehzerana nuha, 309 bermîlên teqîner bi ser taxên niştecihan de berdane.
Obirayin li Nûnerê Rêjîma Esed yê Netewên Yekgirtî vegerand û got: “ew êrîşên bi bermîlên teqîner hatine belgekirin û ew rastî ne, û çi qas dem derbas bibe jî, yên ko ew çêkirine û cîbicî kirine dê siza bibin”.
Û Hevbendiya Niştimanî sûr e li ser giringiya ko tawankarên cengê yên Rêjîma Esed û bi taybetî Beşar Elesed biçin Dadgeha Tawankariyê Ya Navdewletî wek Tawankarên cengê, û li ser sizakirina kujeran tekez kir, hem dibîne ko Rûsya bi dijminkariya xwe şirîka Esed di tawankariyan de ye, û ew jî ji sizayê nafilite.
Jêder: Hevbendî+Acans