Berpisên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê diyar kirin ku bi sedhezaran sivîlên Sûriyê bi çekên bitewşî û kêmyayî û jehrdar yên rijêma Esed hatine kuştin, û hevdem cext li ser giringiya dadgehkirina Bişar Esed û berpisên bikaranîna wan çekan kirin.
Û sikirtêrê giştî yê berê yê Hevbendiya Niştimanî Ebdulîlah Fehid got ku niha guhdanek navdewletî heye ji bo jinavbirina van çekan û bikarneanîna wan careke din li dijî sivalan û bi taybetî li Sûriyê.
Herwiha ku Ebdulîlah Fehid û balyozê Hevbendiya Niştimanî li Qeterê Nîzar Elherakî û Dr. Hûsam Elnehas di workşopekê de li Almaniya beşdar bûn li ser perawêza kongirê navdewletî yê derbarê bikaranîna çekên kêmyayî li jêr navê “şerê çekên kêmyayî û biyolojî û tîşkî û navokî, û amorên teqîner û jinavbirina bombeyên teqîner”.
Îro Fehid di daxuyaniyekê de balkişand ser ku mezintirîn astengiyên ku dikevin pêşya jinavbirina van çekan ew e “bersivdana xirab ya civaka navdewletî “li hember bikaranîna çekên kêmyayî û bi taybetî li Sûriyê, û balkişand ser ku biryara pirçekirina Sûriyê bi alavên parastinê yên pêwîst ji van çekan “mijarek siyasî ye û dikeve li jêr nêzîkbûnên bêrewişt û dibe hokarê zêdebûna birîndar û kuştiyan”.
Fehid xuya kir ku du kompanî yên beşdar di workşopê de “pîtedana xwe li ser hevkariyê ligel Hevbendiya Niştimanî û hikûmeta demkî ya Sûriyê nîşan dan ” ji bo dana keresteyên parastinê ji gemarbûnê û derziyên hazir ji lêdanê re dijî êrîşên çavrêkirî yên bi çekên kêmyayî ji aliyê rijêma Esed ve bo bergiriya sivîl û kadirên pizîşkî li Sûriyê.
Li aliyek din, balyozê Hevbendiyê li Qeterê Nîzar Elherakî tekez kir ku sizakirina bikarhênerên van cûreyên çekan, divê karekî sereke yê NY be, û got ku berdewamiya rijêma Esed di bikaranîna van çekan de dibe gef li ser aştî û ewlehiya navdewletî.
Elherakî dît ku bikaranîna çekên kêmyayî ji aliyê Rijêmê û bi piştevaniya Îranê li dijî Xanşîxon bi gaza sarîn li nîsana bûrî, ku berberiyek ji civaka navdewletî re bû, û daxwaza parastina sivîlan, û nehêlana dubarekirina bikaranîna van êrîşan ji NY kir.
Hêjayê gotinê ye ku Ferensa û Birêtaniya di heftiya bûrî de daxwaza bizaveke bihêz ji endamên rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî derbarê encamên rapora rêxistinê kiribû, ku têde hatibû ku gaza damaran (sarîn) ji aliyê rijêma Esed li dijî Xanşîxon di nîsana bûrî de hatibû bikaranîn, û herwiha Ferensa di daxuyaniyekê de tekez kiribû ku “bikaranîna çekên kêmyayî ji aliyê rijêma Esed ve” tiştek xuya ye û goman li ser nîne”, li aliyek din; wezîrê derve yê Birêtaniya Borîs Conson dîtibû ku “bi yekcarî goman li ser nîne ku Bişar Esed berpirsê wê êrîşê ye “.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî