Hêzên Rêjîmê û milîtanên Îranî binpêkirinên xwe yên agirbestê berdewam dikin, û hewil didin ko vexwendina Netewên Yekbûyî ji bo çi gera nû ya Cinêvê bo danûstandinan asteng bikin.
Toreyên xwecihî û çalakvanan 28 cihên ko binpêkirin doh li wan çêbûye destnîşan kirin, û çar kes şehîd ketine û yek ji wan zarokek e, di dema hewildanên hêzên rêjîmê ko li hinek aniyan pêşve biçin.
Rêkxistina Netewên Yekbûyî Ya Zarokîniyê (UNISEF), roja şembiyê ragihand ko “kirdeyên tund li Sûriyê hefteya dawî jiyana 21 zarokan bidawî kir. tev ko agirbest li welat hatiye ragihandin”. Birêveberê herêmî yê UNISEF li herêmê Cîrt Kabîlîr, diyar kir ko”30 kes, 16 ji wan zarok bûn, li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyê ji encama kirdeyên tundiyê di destpêka hefteyê hatine kuştin”. Û bal kêşand ser ko hin qurbanî ji“koçberên ko çileyê pêşî ji Helebê derketibûn”.
Berpirsiyarê navnetewî destnîşan kir ko pênc zarokên din li 2 deveran ji Humsê hatine kuştin, û salixê bûyerên tundiyê yên dawî da ko ev yên herî tund bûn, ji destpêka peymana agirbestê li Sûriyê ji 30 çileyê pêşî ve
Jêder: Ofêsa rahigandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans